Azadiya Welat salvegera xwe ya 6'emîn bi gel re pîroz kir

Azadiya Welat salvegera xwe ya 6'emîn bi gel re pîroz kir

Rojnameya Azadiya Welat salvegera xwe ya ket weşana rojanê a 6'emîn bi reng û stranên kurdî pîroz kir. Şeva rojnameyên hatine qetilkirin û yên hatine girtin nehatin ji bîrkirin de ji bo xwedî derketina zimanê kurdî bangawazî hate kirin. Xwedî û Midurê Nivîsa ye Rojnameya Azadiya Welat ye berê Vedat Kurşun jî di şevê de wiha axivî: "Emê soza me di sala 1992 de da Musa Anter jibîr nekî û tekoşîna xwe berdewam bikî."

Rojnameya Azadiya Welat ya bi rojanê, salvegera xwe ya derbas bûyî weşana rojanê ya 6'emîn şevê din li Sumerparkê a li Amedê bi şahiyekî pîroz kir. Xebatkarên Azadiya Welat, DÎHA, Gun TV, Firat Dagitim çalişanlari, Parlementerê BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Bajer Zubeyde Zumrut, nûrên sendîkayên giredariyê KESK'ê, Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn, revêberên KURDÎ-DER'ê û bisedan welatî tevlî şevê bûn. Pankarta li ser wêneyên rojnamvanên hatine qetilkirin û posterên Grubetellî Ersoz û Musa Anter (Apê Musa) heyî dike hate daliqandin. Di şahiyê de Xwedî û midurên nivîsa yên Rojnameya Azadiya Welat yên berê Vedat Kurşun û Ozan Kilinç yên di çarçoveya Paketa Darezê ya 3'emîn de hatin tahliye kirin, rojnamê belavkir û ji aliye gel ve eleqeyêk mezin dît. Şeva gelek kesan cilên netewî li xwe kiribûn de rapêşiya fîşekên hewayî dîmênên rengîn derxist holê. Di şahiye de dirûşmeyên wek "Bijî 15 Tebax", "PKK'ê gelê gel li vire" û "Bijî Serok Apo" hatin berz kirin. Pîrozbahî bi rêzgirtina ji kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe dest da bûn, dest pê kir. Di pîrozbahiya alên PKK'ê hatin vekirin 15 tebaxê hate pîroz kirin. Di şahiye de ji bo xwedî derketina Rojanemeya Azadiya Welat bangawazî hate kirin. Piştî rêzgirtine rapêşiya fîşekên hewayî hate lidarxistin. Rapêşiyê coşa gel bilind kir.

'AZADIYA WELAT, PEKÛTIYA 'KURD TUNEYE' ŞIKENAND'

Axaftina vekirina şevê Xwedî û Midurê Nivîsa ye Rojnameya Azadiya Welat ye berê Vedat Kurşun kir. Kurşunê ku eleqeyêk mezin dît diyar kir ku Azadiya Welat di sala 1992'an de bin şert û mercên zehmetî dest bi weşanê kiriye. Kurşun, bilêv kir ku Azadiya Welat di sala 1996'an de bi zehmetiyên mezin jiyan kir û bû rojnameya netewa kurdan. Kurşun, wiha berdewam kir: "We demê digotin 'kurt tuneye, zimanê kurdan tuneye'. Armanca ew bû ku rojnamegeriya kurd xilas bikin û rastiyan jî ji holê rakin. Lê Azadiya Welat ev pêkûtî şikenand. Me soza di sala 1992'an de Musa Anter (Apê Musa) girt û emê tekoşîna xwe berdewam bikî. Em bejna xwe li ber şehîdên çapemeniya azadiyê yên ku rojnemegeriya kurd anîn ve aste ditêwînin."

'AZADIYA WELAT ROJNAMEYA WEYÊ, LI ROJNAMEYA XWE XWEDÎ DERKEVIN'

Piştî axaftina Kurşun zarokî bi navê we Heval destê we de Rojnameya Azadiya Welat derket ser dîkê. Axaftina Hevala biçûk a ku "Rojnameya Azadiya Welat rojnameya weyê, li rojnameya xwe xwedî derkevin" ji aliye girsê ve bi çepîkan hate peşwazî kirin. Şahî piştre bi dînletiya Koma Erbanê a Şitarê berdewam kir. Girsê bi stranên koma erbanê govend girt. Piştre Berdevkê TZPKurdî Mehmet Şahîn, derket ser dîkê û bi Kirmanckî axaftina xwe kir. Şahîn, salvegera Rojanmeya Azadiya Welat pîroz kir. Şahîn, bilêv kir ku ji bo jiyan kirina zimanê kurdî Rojnameya Azadiya Welat piştgirîk mezin da û ji bo xebatên rojnamê yên ji îro pevê serkeftin xwest.

'FERMANDARÊ ŞORÊŞA KURDAN JÎ MAHSUM KORKMAZÊ'

Piştî Şahîn Parlementera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan derket ser dîkê. Aydogan, diyar kir ku Rojnameya Azadiya Welat ji bo gelê kurd xelatên herî mezin de cîh digre. Aydogan, daxuyand ku ev xelat ji aliye şehîdên çapemeniyê ve hate dayîn û kurdên Suriyeyê yên ku xwe bi çarçoveya xweseriyê de revêbir dikin slav kir. Aydogan wiha axivî: "Îro 15 tebaxeyê. Dîroka PKK'ê dest bi tekoşîna çek kiri ye. Dîroknas sala PKK'ê dest bi tekoşîna çek kirî wek sala kurdan dinirxînin. Sedema ve jî îsyana 15 tebaxê a ciwanên kurd a li dijî zîhniyeta nîjadperêstî dest pê kiriye. Ciwanên kurd xwestin bi ve atilimê kurdê azad biafrînin. Dîroknas dibejin fermanderê şorêşa Kubayê Che Guaverayê fermanderê şorêşa kurd jî Mahsum Korkmazê bi navê kod Egîtê. " Dema Aydogan diaxiviya 2 ciwanên rûyê wan bi pûşî girtî derketin li ser dîkê û ala PKK'ê vekir.

PLAKET DAN SIRRI DOGAN

Piştî axaftina Aydogan bi sedema ji bo peşketina zimanê kurdî xebax meşandiyê plaket dan Serokê Diyar TUHAD-DER'ê Sirri Dogan. Dogan plaketa xwe ji destê Xwedî û Midurê Nivîsa ye Rojnameya Azadiya Welat ye berê Ozan Kilinç girt. Piştre Dogan jî axaftinek kurt kir. Dogan, rojnamevanên girtî slav kir. Piştî Dogan Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Bajer Zubeyde Zumrut jî axaftinek kir.

ŞEV BI GOVEND DAWÎ BÛ

Piştî aşaftinan Koma Hîvron derket ser dîkê. Girsê eleqeyêk mezin nîşanî komê da. Girsê bi stranên Koma Hîvron yên kurdî coşek mezin jiyan kir. Piştî Koma Hîvron Koma Dengê Jinên Azad derkte ser dîkê. Şahî bi stranên dengbejan dawî bû.