Xebatên mitînga bi navê "Ji Ocalan re Azadî" ya dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê pêk bê berdewam dikin. Parelementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, diyar kir ku bi mitingê dê rabin ser piya.
Xebatên mitînga bi navê "Ji Ocalan re Azadî" ya dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê pêk bê berdewam dike. Têkildarî xebatan de li avahiya BDP'ê ya Amedê civîn pêk hat. Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîn Ayna, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut û gelek kes tevlî civînê bûn.
Zumrut diyar kir ku mitîng ji bo kurdan xwedî wateyek dîrokî ye. Zumrut, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Birêz Ocalan saleke di bin tecrîdeke giran de ye. Dixwazin rêberê gelê kurd ji gel veqetînin."
Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna jî diyar kir ku gelê kurd bi mitînga 14'ê tîrmehê dê rabin ser piya û wiha got: "Rêberê PKK'ê Birêz Ocalan saleke rûyê mirovan nabîne. Tecrîdeke giran heye. Divê gelê kurd bi hêz bêje 'Êdî bes e' Dê bi mitînga 14'ê tîrmehê ya li Amedê rabin ser piya û ev yek dê li hemû Kurdistanê belav bibe. Ev mitîng mitîngeke ji rêz nîn e."