Ayata: Ragihandina xwerêveberiyê derba herî giran a li komplogeran hatiye xistin e

Ayata da xuyakirin, ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê tê nîşandan û xwerêveberiyên hatine ragihandin, derba herî giran a li hêzên komploger hatiye xistin e û ji bo pûçkirina komployê banga bilindkirina berxwedanê kir.

Di ser 9'ê Cotmehê dema destpêkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re 17 sal derbas bûn. Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzzafer Ayata, pêvajoya bi 9'ê Cotmehê re destpê kir, ji ANF'ê re nirxand.

Ayata da xuyakirin, ku berxwedana li Bakurê Kurdistanê tê nîşandan û xwerêveberiyên hatine ragihandin, derba herî giran a li hêzên komploger hatiye xistin e û ji bo pûçkirina komployê banga bilindkirina berxwedanê kir.

Ayata anî ziman ku komploya 9'ê Cotmehê di dîroka Kurdistan û PKK'ê de werçerxeke mezin e û wateya Ocalan a ji bo gelê Kurd bi van gotinan anî ser ziman: "PKK û gelê Kurd beriya komployê jî rastî her şêwe zext, şîdet û terorê hat. Lê belê ji ber ku Rêbertî li derve bû, wî rewş diguherand, kar bi rê ve dibir û gelê Kurd jî di vî warî de xwe ewle didît. Ji gerîla heta kadro û gel, her kes li dora Rêbertî civiyabû. Ji ber ku bi wî re derketibûn ser dika dîrokê."

Ayata ragihand, ku hêzên emperyalîst, ji ber ku bi polîtîkayên xwe yên tinekirin û komkujiyan ên dehan salan nekarîn têkoşîna azadiyê ya Kurd têk bibin, Ocalan hedef girtine û destnîşan kir, ku divê komploya Cotmehê weke darbek, destwerdanek û hewldaneke ji rêzê ya tinekirinê neyê nirxandin. Ayata got, "Bi vê komployê re hebûna gelbûyînê ya gelê Kurd hedef hat girtin. Halbûkî li gelek cihan gel dihat girtin, şehîd dihat dayîn, lê belê bi komployê re hebûna tevgerê hedef hat girtin. Bi belavkirina mejî re hesap dikirin ku wê PKK ji hev belav bibe."

'HEMÛ LÎSTIK BI BERXWEDANÊ HATIN PÛÇKIRIN'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata bibîr xist, ku tevgerên beriya niha bi dîlgirtina lîderên wan re ji hev belav bûbûn, lewma gel dît ku bi Ocalan re hebûna wê hedef hatiye girtin û bi her awayî xwedî li Rêbertî û têkoşînê derket.

Ayata got, "Ev hemû lîstik û astengî, bi berxwedanê ji holê hatin rakirin. Sal û demên herî tarî, lîstikên ji hev xistinê, operasyon, şerên psîkolojîk û tifaqên navneteweyî jî tê de, hemû lîstik bi berxwedana gel û Rêberê gelê Kurd re hatin pûçkirin."

Ayata da zanîn ku berxwedan şertê hebûnê yê gelê Kurd e û bal kişand ser berxwedana di roja îro de li hemberî polîtîkayên tinekirinê tê meşandin. Ayata got, "Îro jî hin kes radibin dibêjin, 'Eger PKK'ê şer nekiribûya, li ber xwe nedabûya, yanî teslîmî AKP'ê bûya wê şer neqewmiiya, bajar nehatibûna bombekirin, mirov nemira'. Van gotinên klasîk ên şerê taybet bilêv dikin. Halbûkî em dizanin ku her şêwe şîdet li ser Kurdan rewa tê dîtin û li pêş çavên cîhanê bi her awayî komkujî tê kirin."

'ŞEREKÎ DI NAVA MERCÊN WEKHEV DE NAYÊ MEŞANDIN'

Ayata ragihand ku komplo îro bi êrîşên hewayî yên li hemberî qasdên gerîla û polîtîkayên tinekirinê yên li dijî gel dewam dike û got, "Yên ku bi tonan bombeyan li ser Kurdan, li ser zarokên Kurdan dibarînin xwe serketî dibînin, lê dema li ser rê mayînek tê bicihkirin, dibêjin 'xayîtî, kemîna bêbextî'. Dema ewçend bêperwa bombeyan dibarînin, li gorî wan ev bombebarandin jî bomberdûmaneke demokratîk, kuştineke demokratîk e! Bi şert û mercên rast ên şer jî nêzî Kurdan nabin. Di nava mercên wekhev de şer nayê meşandin. Amûrên mezin ên şerê psîkolojîk û dewletê, tifaqên qirêj ên navneteweyî bi kar tînin."

'ŞERÊ JI ALIYÊ AKP'Ê VE TÊ MEŞANDIN, DEWAMA KOMPLOYÊ YE'

Ayata da zanîn, ku planên têkbirina PKK'ê yên di sala 1999'an de hêzên komploger ên navneteweyî nekarîn bi ser bixînin, bi şerê îro tê meşandin re tê xwestin werin biserxistin û got, "Şerê ku îro ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin, dewama komployê ye. Di heman demê de bi hevdîtinên li Îmraliyê re ya ku AKP'ê dixwest; ne çareserî, lê tesfiye bû."

'BI ŞER BERSIVÊ DIDIN DAXWAZÊN DEMOKRATÎK ÊN KURDAN'

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku daxwazên herî biçûk ên Kurdan, daxwaza rêveberiya xweseriya demokratîk jî bi şer bersiva xwe dibîne û ev xal destnîşan kir: "Kurdan xwerêveberî îlan kirin û li ber xwe didin. Divê li ber xwe bidin. Îkram û tolaransa kesekî nîne. Yên ku niha dibêjin 'çima xweserî îlan kirin' divê were pirsîn, 'Me çi îlan bikira, li benda çi bûna?"

Ayata bal kişand ser polîtîkayên qetlîamker ên AKP'ê û got, "Ewqas hovîtî kirin, lê Waliyekî jî îstifa nekir. Berevajî rabûn hevşaredarên ji aliyê gel ve hatin hilbijartin, ji wezîfeyê girtin. Wê çaxê bila Kurd çi bikin? Gelo ji Kurdan tê xwestin, ku teslîmî Enqereyê, teslîmî asîmîlasyonê bibe û hebûna xwe diyarî hebûna Tirk bike? Ev nabe. Di vê sedsala ku li pêş çavên cîhanê 4 parçeyên Kurdistanê hişyar bûne, bi rêxistinbûne, ewqasî nêzî hev bûne û Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn dibe de, nabe ku li ser Kurdan statuya Lozanê ya 1923'an bê ferzkirin. Ne pêkane ku vê heba jehrê careke din bi Kurdan bidin daqurtandin."

BANGA LI JIN Û CIWANAN

Ayata bang li hemû Kurdistaniyan kir û got, "Di serî de jin û ciwan, girîng e Kurdistanî xwe, welatê xwe, qadên xwe yên xwerêveberiyê, vîna xwe di çarçoveya xwerêveberiyê de biparêzin. Girîng e ji vê neyê tirsîn, ev yek wê Tirkiyeyê xurt bike. Wê demokrasiya Tirkiyeyê xurt bike. Wê aştî û biratiya gelên Tirkiyeyê xurt bike."

Mûzaffer Ayata herî dawî destnîşan kir ku ev berxwedan û xwedîderketina li demokrasiyê, yekane rêya pûçkirina komploya 9'ê Cotmehê ye û got, "Careke din, divê di şexsê AKP'ê de hemû rêveberî û pêkanînên Tirkiyeyê ber bi kaosê ve dibin, bên sekinandin."

Ayata got, "Em aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin. Lê em dizanin ku yekane rêbaza vê, xwerêveberiya me bi xwe ye. Em bang li rewşenbîr û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikin ku li dijî şerê AKP'ê bisekinin û têkoşîna demokrasiyê bilind bikin. Ji her kesên li ber xwe didin re serketinê dixwazim."