BI DÎMEN

Axaftina dawî ya Elçî

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê ya Amedê hat qetilkirin di axaftina xwe ya dawî de gotibû: "Mînareya Çar Ling a dîrok bang li mirovahiyê dike. 'Ji piyê min li min dan. Min gelek şer û felaket dîtîn lê min îxaneteke wiha nedîtiye.'"

Serokê Baroya Amedê Prz. Tahîr Elçî yê ku li navçeya Sûrê ya Amedê hat qetilkirin di axaftina xwe ya dawî de gotibû: "Mînareya Çar Ling a dîrok bang li mirovahiyê dike. Ji piyê min li min dan. Min gelek şer û felaket dîtîn lê min îxanetekî wiha nedîtiye Em dibêjin bila operasyon li vir dûr bin."

Baroya Amedê bi armanca şermezarkirina gulebarankirina Mînareya Çar Ling a li navçeya Surê ya Amedê daxuyanî da û pişt re Serokê Baroya Amedê Prz. Tahîr Elçî hat qetilkirin.

Elçî di daxuyaniyê de axivî gotinên wî yên dawî wisa bûn:

"Salên bihurî hêzên Talîban ên Afganîstanê dema peykerê Buda bombebaran kir me hûmûyan bi hev re bi sosret temeşe kiribûn. Dîsa di salên dawî de hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ya li Palmîra, Musul û Şengalê bi heman şiklî temeşa kir. Weke civaka Tirkiyeyê me her tim got; 'Bila ev ji hem dûr bin' Mixabin di demek kin de li hemberî berhemên me yên dîrok û nirxên me heman êrîş pêk hatin. Hevalên hêja navçeya Surê ya Amedê jî xwedî paşerojekî 9 hezar salan e.

Di nava vê qadê de birç, mizgeft, dêr û gelek berhemên din ên dîrok hene. Mînareya Çar Ling a ku Amedê sembolîze dike jî 2 roj berê ji lingên xwe hat gulebarankirin. Weke dowizên di destê hevalên me de jî em dibêjin; 'Minareya Çar Ling a Dîrokê bang li mirovahiyê dike. Ji me re dibêje 'Ji lingê min li min dan. Min gelek şer û felekat dîtin lê min îxanetekî wisa nedît' Ev berhem li Anadoluyê tenê heye. Li tu cihên din ên cîhanê tuneye. Li gorî nivîsên dîrokî berî Îslamê ev berhem hatiye çêkirin lê piştî Îslamiyetê jî di dema Hikûmdariya Akkoyunluyan de ji aliyê Sultan Kasim ve hatiye înşakirin û heya niha ligel gelek felaketan xwe li ser piyan girt. Em xwedî li berhemên dîrokî û nirxên xwe yên dîrokî, keda mirovahiyê û kevneşopiya kevnar xwedî derkevin. Em dibêjin bila operasyon ji vê qadê dûr bin û bi vê armancê ji bo em bertekên xwe nîşan bidin bi hevalên xwe re li vir in. Em vê êrîşa li hemberî dîrokê şermezar dikin. Civakên xwedî li berhemên xwe yên dîrokî dernekevin pêşerojekî rast û bi ewle ava nakin. Ji ber vê yekê em dibêjin xwedî i dîrok, nirx, çand û berhemên xwe derbikevin."