Avesta: Rêber Apo sedema hebûna me ye
Endama Konseya Serokatî ya Giştî a KCK ê Sozdar Avesta da zanîn, ew êrîşeke gengaz a li dijî Ocalan raste rast li dijî xwe dibînin û got, "Rêber Apo ji bo ji xeta sor wêdetir e. Ew sedema hebûna me ye."
Endama Konseya Serokatî ya Giştî a KCK ê Sozdar Avesta da zanîn, ew êrîşeke gengaz a li dijî Ocalan raste rast li dijî xwe dibînin û got, "Rêber Apo ji bo ji xeta sor wêdetir e. Ew sedema hebûna me ye."
Endama Konseya Serokatî ya Gîştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sozdar Avesta, lihevkirina AKP-MHP a li qesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mirana kujerê komkujiya Parîsê, banga KCK'ê ya ji bo Kongreya Neteweyî, destketiyên sala 2016'an û bandora wan li sala 2017'an, di bernameya Çira Welat a Çira TV de nirxand.
'BI PÊŞENGTIYA RÊBER APO, TÊKOŞÎN GIHÎŞTIYE ASTA HERÎ JOR'
Avesta da xuyakirin, hem dewleta Tirk hem jî hevalbendên wê, hêzen komploger ên ku ji Kurdê azad û yekbûyî ditirsin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re kirine hedef.
Avesta got, "Gelê Kurdistanê, ji bo nirxên xwe yên neteweyî û azadiyê, gelek caran rabû ser piyan û li ber xwe da. Lê belê ji ber xiyaneta hundirî, provokasyon û komployên derve ev raperîn hatin têkbirin, rêberên van serhildanan hatin îdamkirin, koçberkirin û tinekirin. Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe, bi rengekî ilmî, felsefî, bîrdozî û pêşengtiyeke hemdem, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê bi rê ve bir. Lewma têkoşîna ku ev 45 sal in bi pêşengiya Rêber Apo dimeşe gihîştiye asta herî jor. Em dibînin îro li gelemperiya Kurdistanê vîna Kurdê azad bi awayekî vekirî û diyarker derketiye holê. Ji ber vê yekê êrîşên herî giran her tim li dijî Rêber Apo hatiye kirin. Ev 18 sal in Rêber Apo di nava şert û mercên giran de bi qanûnên taybet li Girava Îmraliyê tê girtin. Sedema vê yekê jî, hewldan û berhemên Rêber Apo ne, ku derxistiye holê."
'SENARYOYA TINEKIRINA RÊBER APO, SENARYOYA TINEKIRINA KURDA YE'
Avesta behsa wan xayînên di nav tevgera azadiyê de ne kir û got, ‘’Ew kesên ku di nava tevgera me de jî wekî bê vîn, bê helwesta man, ji tevgerê qut bûn û çûne ba dijmin û hilma xwe jî ji wan standin. Van ji destpêkê û hetanî niha jî tim Serok Apo weke hedef nîşandan. Mînak Şahîn Donmez, di zindana Amedê de jî li dijî berxwedana Mezlûm, Kemal û Sarayan bê çare ma û weke xayinekî derkete holê. Wekî Şahîn Donmez, Şemdîn Sakik, Nîzamettîn Taş û hevalbendên wan, tinebûna xwe, lewazî û qelsiya xwe, bêvînbûna xwe û bêrûmetiya xwe ji xwe kirine rûpoş û her tim Rêber Apo weke hedef hate nîşandan. Digotin, ‘’Heke hûn Apo tine bikin, hûn ê bikaribin PKK’ê jî tine bikin û jixwe ku hûn PKK’ê tine bikin gelê Kurdistanê wê bê vîn bibe, vîna gelê Kurd bişike û nema bikaribe têkoşînê bimeşîne. Di heman demê de gelek caran berê xwe dane jiyana Rêber Apo. Gelek planên qirêjî sazkar kirin, ji bûyerên jehrdanê bigirin heta bi tecrîda di nav tecrîdê de, bî vî awayî xwestin ku vînê bişikînin. Sedema tecrîda wê demê ku jî projeya dewleta faşîst, a rejîma AKP’ê û Erdogan û hêzên navdewletî bû, dihate xwestin ku demokrasiya gelan were tinekirin, neteweya demokrat were tinekirin û Kurd û Tirk bikevin nav şerekî sed salî.
Armanc kirin ku projeyên Rêber Apo têk bibin, projeya aştiyê, demokrasiyê, wekheviyê, neteweya demokratîk ku hemû gelan dikarî di nav de bi hev re bijîn. Bi mebesta avakirina yekdestiyê, li ser Rêber Apo tecrîd di nav tecrîdê de danîn, têkiliya bi Rêber Apo re hate qutkirin û bi her cure rê û rêbazî êrîş bi ser Kurdan de birin. Siyeseta dewleta Tirk a bi pêşengtiya Erdogan ê faşîst û hevalênbendên wî partiya nîjadperest MHP û dûvikê wan CHP bi yek destî dixwestin ku tevgera azadiyê biçewisînin. Bi navê tekoşîna dijî darbeyê, darbe li hemû hêzên demokratîk, li tevgera azadî, li dijî deskeftiyên gelê Kurd, li dijî partiya gelan û vîna azad kirin. Dixwazin îdamê şûn ve bînin û bi ti awayî êdî jiyan ji tevgera azadiyê re nemîne. Armanc dikin ku di şexsê tevgera azadiyê de mafê jiyanê ji gelê Kurd re nehêlin. Senaryoya tinekirina Rêber Apo, senaryoya tinekirina hemû Kurdan e. Bila kesek xwe nexapîne. Dîsa dixwazin di sedsala 21. de Kurdan qir bikin, bikujin, koçber bikin, plana Şark-Islahateke nû sazkar bikin. AKP-MHP bi vê konsepta qirêj dixwazin hemû hêza dewletê bidin xebitandin û niha jî dixwazin raya giştî bixapînin û gel jî bidin xebitandin.
'TIŞTEK BI RÊBER APO WERE WÊ MILÎTANÊN AZADIYÊ BIKIEVIN DEWRÊ'
Avesta got, ew êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurdisitanê Abdullah Ocalan rasterast êrîşa li ser xwe dibînin û wiha berdewam kir: ‘’Em daxuyaniyên wan dizanin, em bi hişmendiya wan dizanin. Bi kiryarên ku niha pêk tînin em dizanin ku li ser Rêber Apo senaryoyeke dî sazkar kirine. Piştî ku li parlamentoya Ewropayê di konferanseke Kurd de ev daxuyanî hate dayin, Erdogan derkete ser dikê û banga ‘seferberiya millî’’ kir. Banga ‘seferberiya millî’ çiye? Li kûderê Kurd hebin, deskeftiyên Kurdan hebin, divê dest tê werdan û werin têkbirin. Dibêjin divê li hemû qadan Kurd werin lînckirin û tinekirin. Tevahiya gelê Kurd ê azadîxwaz, yên ku îro ji bo azadiya xwe têdikoşe û di qada demokrasî û mirovahiyê de bi pêş ketî, deyndarî Rêber Apo ne. Em wê êrîşa li ser Rêber Apo rasterast li ser xwe dibînin. Ji bo me Rêber Apo ji xeta sor wêdetir e. Ev sedema mayina me ye. Ji bo vê jî, ku dînîtiyeke wiha bikin, êrîşekê li ser Rêber Apo bikin, êrîşekê bînin ser jiyana Rêber Apo wê fedaîyên Rêber Apo, hemû milîtanên tevgera azadiyê, bi deh hezaran û her yek li cihekî wê bikevin dewrê. Wê demê ti kesek di qesran de wê nikaribe bijî, ti kesek wê nikaribe bi aramî bijî.
Ev senaryoya herî xerab e, felaket û bobêlet e. Divê ti kesek cesareta vî tiştî neke û nêzîkatiyeke wiha nîşan nede. Me dît ku ji bo bo Rêber Apo gelê Kurd çawa li kolanan li ber xwe da û bi dehan mirov xwe şewitandin. Êdî gelê Kurd agir bernadê canê xwe, şervanên azadiyê xwe neşawetînin. Ew dizanin ku wê tola xwe çawa rakin û êdî xwedî wê derfetê ne. Dİvê senaryoya têkildarî jiyana Rêber Apo neyînin hişê xwe jî. Em naxwazin vê bifikirin jî. Fikirandina vê bixwe jî sedema pêngavên nû ne.
'GELÊ ME DIVÊ DI NAV TÊKOŞÎNEKE MEZIN DE BE'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avêsta bi berdewamî wiha got: "Xwedîderketina li Rêber Apo ne tenê erka tevgera azadiyê ye, ne tenê ya milîtanên PKK’ê ne. Erka sereke ya wan e lê divê hemû gelê azadîxwaz xwedî li Rêberê xwe derbikeve. Rêber Apo ne şexsek e. Rêber Apo tercîha jiyana azad e. Li dijî modernîteya kapîtalîst, li dijî hişmendiya desthilatdar a yekdest, li dijî hişmendiya zilamsalariyê û bi hemû cure tundiya li ser civakê ye. Ew paradîgmaya nû ya civaka hevpar a gelan, ya azadiya jinê, ciwan û azadiya civakê ya gelan e. Azadiya hemû hemû beşên civakên e ku jiyanake rûmetdar dixwazin, ku Rêber Apo felsefeya vê diparêze. Rêber Apo felsefeya jiyana azad e. Ji bo vê jî divê her kes ji vê helê ve hişyar be. Li hemû qadan divê berxwedanek çêbibe. Divê careke dî tendiristî, ewlekariya û azadiya Rêber Apo divê were mîsogerkirin. Divê ji bo vê her kes têkeve nav pozîsyona parastinê. Heke ev neyê nîşandan em dizanin ku taloke bi dawî nabe. Ji bo vê jî, di serî de yên li Kurdistanê dijîn, yên li derveyî welat, tevahiya Kurdistanê, bi projeyên cuda cuda, bi pêngavên nû, divê têbikoşin. Çawa gerîlayên azadiyê bi vî awayî xwedî pêngavê mezin e, di nav şert û mercên zivistanê de çawa berxwedaneke mezin nîşan didin, endamên partiyê çawa li hemû qadan xwedî têkoşîneke mezin be, divê gelê me jî bi vî awayî pê re be."
'ÊRÎŞA PARÎSÊ LI DIJÎ PÊNGAVA AŞTIYÊ YA RÊBER APO BÛ'
Avesta bal kişande ser mirina kujerê bûyer Parîsê û got, ‘’ Çar sal di ser bûyera Parîsê re derbas bûn lê lê hişmendiya ku dizanîbûn ev ên ku êrîş kirine kî bûn, nexwestin vê diyar bikin û herî dawî tetîkkêş Omer Guney ji holê rakirin. Çima ev tetîkkêş mir, çima 4 sal in doz lê nehate vekirin, çima di salek û nîvan de ev tiştê heyî dernketin holê? Beriya bi 2 salan hemû çapemeniya dinyayê got diyaloga MÎT a Tirk bi tetîkkêş re heye. Serokmarê dewleta Tirk digot, "me bi rojan ew dişopand." Heke Fransa girêdayî nirxê demokrasiyê bûye, bi edelat, hiqûq, wekheviyê ve girêdayî bûye, wê ev bûyer zelal bikira û îro rewşa Ewropa jî wê cuda bûye. Êrîşa Parîsê êrîşa li ser projeya aştiyê ya Rêber Apo bû. Ev bihata zelalkirin, Erdogan wê îro ev qasî bi pêvajoyê nelîsta û ev qasî vala dernedixist.
Avesta diyar kir ku bi mirina Omer Gunet dixwazin ser dosyayê bigirin û weke ku tiştek nebûyî tevbigerin, ji bo vê jî doz bi derengî hate xistin. Avesta bi berdewamî: "Divê jin dev ji vê dozê bernedin. Her jinek divê weke ku êrîş lê hatibe kirin tevbigere û hesabê vê komkujiyê bipirse. Divê hişmendî, bêsincî, êrîşa hovana ya hişmendiya wan kesan a ku ev tetîkkêş dane pêş were deşîfrekirin û destûr neyê dayin ku ser vê dozê were gritin, weke roja pêşî dakevin kolanan û bi qirka dewleta Fransayê bigirin. Bibêjin, ‘tu bi zanebûn tiştî dikî û divê tu vê heşkere bikî’’ Divê jin, malbat tevlî vê bibin û hesab bipirsin. Ji ber ku zelalkirina vê, wê zelal bike bê ka pêvajoya aştiyê çawa têk çûye û maskeya ser rûyê Erdogan wê derkeve holê."
'ÊRÎŞÊN LI SER BEŞEKÎ KURDISTANÊ ÊRÎŞÊN LI SER TEVAHIYA KURDISTANÊ YE'
Avesta behsa kongra neteweyî û banga KCK’ê kir û ev nirxandin kir, "Yekitiya gelê Kurd, hevkariya gelê Kurd lazim e. Ji bo pêkhatina kongra Kurd, kongra netewî, yekîtiya netewî û kombûneke netewî, bi çi rengî dibe bila bibe, divê hemû partiyên siyasî berjewendiyên xwe yên siyasî bidin milekî û li yekîtiya xwe xwedî derbikevin. Ji bo berjewendiyên yekîtiyê divê têkoşîna xwe geş bikin. Divê li hev rûnin û di mijarên hevpar de yekdengiya xwe diyar bikin. Êrîşa li ser beşekî Kurdistanê divê weke êrîşeke li ser tevahiya Kurdistanê were dîtin û li dijî vê jî bibin xwedan yek helwestê, xwedan helwest bin û xwedî têkoşînê bin. Divê dîplomasiyeke hevbeş hebe. Hêzên parastinê divê hevkariyekê çêbikin û êrîşêk ji kûderê ve were divê li dijî vê rawestin."
'PKK’Ê RÛMETA HEMÛ GELÊ KURD PARASTIYE'
Avesta bal kişande ser banga KCK’ê û got: "Ev banga KCK’ê bangeke rûmetdar e. Tevgera azadiyê bi berpirsyarî tevdigere. Çend caran bi vî rengî ketiye nav liv û tevgerê. Asteke mezin derxist holê û hêviyek bi Kurdan re çêkir. KCK’ê dîsa rolê xwe yê dîrokî bi cih aniye û bang kiriye. Divê partî û rêxistinên siyasî û demokratîk piştgirî bidine vê bangê. Ev piştgirî girîng in, lê tenê bi daxuyaniyan piştgirî ne bes e, divê pratîk derkeve holê. Hinek nêzîktêdayinên bi berpirsyarî hene û hinek nêzîktêdayin û axaftinên ne cih de. Beriya vê bi çend rojan Serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî axaftinek kir, ev axaftina ji bo berjewendiyên Kurdan ne baş e. Bi gotinên xwe diyar dike, tiştê ku ew dibêje û yên ku dewleta Tirk gotiye heman tişt in. Bila her kes bi vê baş zanibe ku heke îro Kurdistan di nav van şert û mercan de be, heke destketiyê Başûrê Kurdistanê hene, ev encama siyaseta rast a PKK’ê ye. Heke siyaseta PKK’ê ne rast bûye, heke di her demî de PKK’ê berxwedana sedsala 21. nîşan nedaye, heke PKK ev 35 sal in li hemû Kurdistanê ne xwedî vê hewlestê bûye, li Başûrê Kurdistanê ne xwedî helwesteke bi vî rengî bûya, niha rayedarên Başûrê Kurdistanê wê ne di vê rewşê de bûna, niha destketiyên Başûrê Kurdistanê wê tine bibûna. PKK’ê ne tenê cihek parastiye. Rûmeta hemû Kurdan parastiye. Di serî de divê Birêz Nêçîrvan Barzanî van heqîqetan bibîne. Ev pêngava ku tevgera azadiyê avêtiye, banga ku Hevserokatiya KCK’ê kiriye divê bersiva xwe bibîne, li gorî vê hevdîtin, danûstandin divê dest pê bikin û li dijî talokeyan divê Kurd yekîtiya xwe pêk bînin."
'SALA 2016’AN SALA BERXWEDANA JINAN E'
Avesta behsa destketiyên sala 2016’an kir û wiha bang li hemû gelan kir: "Di sala 2016’an de têkoşîneke mezin hate dayin, gelê demokratîk, gelê Kurdistnaê jî nirxê xwe yê azadiyê mezintir kir, çeperên têkoşînê zêde kirin û careke dî li ber xwe da, vîna mirovên azad mezin kir. Di milê siyasî, leşkerî, jiyanî, berxwedaniyê de ev pêk hatin. Li Kurdistanê, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê, li Şengalê, li Rojavayê Kurdistanê mewziyên girîng hatin bidestxistin, pêngavê leşkerî yên wekî rizgarkirina Minbicê, îro pêngava rizgarkirina Reqqa û dîsa li Başûrê Kurdistanê jî berxwedana mezin a gerîla ya ji bo azadî û demokrasiyê ji hêla hemû dinyayê ve hate dîtin. Jin, di sala 2016’an de, li dijî hemû destdirêjî, bêhiqûqî, bêexlaqî, ji bo hebûna xwe çalakiyên cuda cuda pêk anîn.
Herî dawî 25’ê Mijdarê jî ji bo hebûna xwe pêngavekî nû diyar kir. Sala 2016’an sala berxwedana jinan bû. Jinan dîsa mewziyên xwe bernedan. Li dijî dagirkirinê jin pêşeng bûn. Bi hemû awayî bi têkoşî, berxwedan û nirxê xwe ve girêdayî bûn. Em dikevin sala 2017’an. Ev têkoşîn û berxwedan wê berdewam bike. Ji bo vê jî, sala 2017’an sala azadiya Rêber Apo, parastina nirxên demokratîk, parastina hemû nirxên mirovahiyê, sala têkoşîna mezin e. Sala avakirina yekîtiya demokratîk e. Sala yekîtiya gelê Kurd e. Gelê Kurdistanê an di van meh û salên pêşiya me de wê yekîtiya xwe ava bike, eniya xwe diyar bike û bi hemû nirxên xwe ve bijî yan jî wê taloke mezin bibe û derbên giran bixwe. Rêya Kurdan ew e ku divê destkeftiyên xwe mezin kiribe, yekbûna xwe pêk anîbe û li hebûna xwe xwedî derketibe. Divê kesek ji têkoşînê netirse. Têkoşîna mezin vîna mezin diafirîne, nirxê mezin, pêngavên mezin diafirîne. Ne tenê sala 2017’an, têkoşîna 45 salan a bi pêşengtiya Rêber Apo de Kurdê azad, jina azad, dostê azad ava kiriye, têkoşîna gelê Kurdisatnê û gelê herêmê li hemû dinyayê berbelav kiriye. Banga me ji bo her kesî ew e ku li nirxê xwe xwedî derbikeve, çi tiştê ku dikeve ser milan pêk bîne û li dijî faşîzma bêsînor têkoşîneke bêhempa nîşan bide. Ev rûmet jî bi gelê me, dostên me re, bi jin û ciwanan re heye. Apoyî divê her dem şiyar bin û li Rêberê xwe xwedî derbikevin. Jin bi her rê û rêbazî divê di şexsê Rêber Apo de li azadiya xwe xwedî derbikevin."