Avaşîn bi çeka xwe ya sûîqestê re li dijî DAIŞ'ê gelê xwe diparêze

Gerîlaya ciwan a bi navê Avaşîn, bi çeka xwe ya sûîqestê re, li dijî dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, gelê xwe diparêze.

Gerîlaya ciwan a bi navê Avaşîn, bi çeka xwe ya sûîqestê re, li dijî dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, gelê xwe diparêze.

Gerîlayên Kampa Penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr) diparêzin, ne tenê ji bo gelê Mexmûrê ji bo tevahiya gelê herêmê çavkaniya hêviyê ne.

Ev wêneyê gerîlayeke jin a ciwan, bedew û rû li ken a li çepera gerîla, ji bo her kesên dilê xwe ji bo azadiyê lê dide, çavkaniya hêviyê ye. Gerîla Avaşîn zêdeyî 6 sal in li nava refên gerîla ji bo azadiyê têdikoş e. Ew sekvanek e. Avaşîn bi çeka xwe ya sekvaniyê re, bi taybetî li dijî dijminê jin û mirovahiyê, li dijî mêrên herî qirêt ên cîhanê, li dijî çeteyên DAIŞ'ê li Şengal û Mexmûrê têdikoş e.

Bi çavên xwe yên mîna ava Avaşîn zelal e û bi kenê li ser rûyê xwe re, her tim ji hevrêyên xwe re dibe çavkaniya moralê.

Gerîla Avaşîn, di nava germa dijwar a Mexmûrê de, girtina nobedê ya bi saetan, ji bo parastina gelê xwe ji xwe re weke wezîfeyekê dibîne.

...