Avahiya dîrokî ya tescîlkirî veguherandin leşkergehê
Avahiya Azîzoglû ya dîrokî ya li Farqînê, veguherî leşkergeha tîmên taybet.
Avahiya Azîzoglû ya dîrokî ya li Farqînê, veguherî leşkergeha tîmên taybet.
Avahiya Azîzoglû ya dîrokî ya li Farqînê, veguherî leşkergeha tîmên taybet. Wekîla Hevşardarên Farqînê Zûhal Tekîner da xuyakirin ku tîmên taybet ên xwe weke 'Eseddûllah' bi nav dikin, li vê avahiya dîrokî bi cih bûne û gefê li jiyana mirovan dixwin.
Şerên navxweyî yên li Rojhilata Navîn ku di salên dawî de rê li ber mirina bi sed hezaran mirovan vekirin, di heman demê de bajarên antîk û berhemên dîrokî jî tine dikin. Bajarê Antîk Palmîra yê di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO de cih digire, Muzeya Mûsilê ya li Iraqê û gelek cih û warên dîrokî yên li Rojava, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin talankirin. Li Bakurê Kurdistanê jî piştî îlana xwerêveberiyê, di serî de li navçeya Amed Sûrê gelek mizgeft û dêr hedef hatin girtin. Li Nisêbînê Dêra Mor Yakûp, li Farqînê Kela Farqînê û Avahiya Azîzoglû ya dîrokî û otantîk, hedef hatin girtin. Tîmên taybet ên ji xwe re dibêjin 'Eseddûllah' dest danîne ser Avahiya Azîzoglû ya li ser Kela Farqînê.
Tîmên taybet ên li avahiyê bi awayekî komî 'nimêj' dikin, li hemû odeyên avahiyê sekvan bi cih kirine. Wekîla Hevşaredarên Farqînê Zûhal Tekîner, li ser vê êrîşa li hemberî avahiya dîrokî ya tescîlkirî, ku veguheriye leşkergehê, ji ANF'ê re axivî.
'TÎMÊN TAYBET JI AVAHIYA DÎROKÎ GULEYAN LI DERDORÊ DIREŞÎNIN'
Tekîner da xuyakirin ku rewşa tîmên taybet ên niha li Avahiya Azîzoglû bi cih bûne, her tiştî radixe pêş çavan û got, "Rewşa awarte li Farqînê veguherî parçeyekî ji jiyana rojane. Mirovên li derdora avahiya dîrokî dijîn bi gilî û gazinin ku tîmên taybet ên li nava avahiyê bi cih bûne, êvaran guleyan li derdorê direşînin. 12 rojan ji xwe derketina derve li me qedexe kirin. Bi vê yekê re dixwaze ji me re bêje; 'kontrola te di destê min de ye. Ez ê te bi çekê kontrol bikim'. Ji ber ku tevî xisareke mezin, hilweşandin û komujiyê jî mirovan Farqîn neterikandin. Dixwestin em Farqînê biterikînin."
Tekîner diyar kir ku weke mirovek li herêmê dijî dikare bi hêsanî bêje ku piştî qedexeya rewşeke ewle hatiye afirandin û anî ziman ku ji ber nêzîkatinê hêzên ewlekariyê yên dewletê, li Farqînê rewş bêbaweriya li dewletê heye.
Tekîner got, "Mebesta me ji pirsgirêka ewlekariyê ew e ku tîmên taybet ketine nava jiyana mirovan û zextê dikin. Li Farqînê zextên tîmên taybet dewam dikin."