Ava Spî bi tenê hat hiştin
Ava Spî ku li Çiyayê Bagokê der bûye û Deşta Nisêbînê zindî dike, ji ber santralên termîk bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye.
Ava Spî ku li Çiyayê Bagokê der bûye û Deşta Nisêbînê zindî dike, ji ber santralên termîk bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye.
Ava Spî ku li Çiyayê Bagokê der bûye û Deşta Nisêbînê zindî dike, ji ber santralên termîk bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ye. Ava Spî ku bi hezaran salan e seyrangeha Nisêbîniyan e, ji ber qedexeya derketina derve û dorpêçiyê, bi mehan e kes nikare biçe.
Ji ber Santralên Hîdro Elektrîk ên li ser çemê Ava Spî hatine çêkirin, erdên çandiniyê yên bi sedan gundan bê av hatine hiştin. Ava Spî ku ji bo Mêrdîn û bajarên herêmê seyrangeh e, bi hatina biharê re û bi helîna berfa li Çiyayê Bagokê re bi xumxumî diherike. Lê belê ji ber qedexeya derketina derve gel îsal nikare biçe vê seyrangehê. Esnaf û gundî dibêjin, ji ber vê sedemê wê kargehên li dora çem hatine çêkirin, vê havînê neyên vekirin.
Esnaf Mehmet Yavûz anî ziman, ku ji ber qedexeya derketina derve ya li Nisêbîn û bajarên ên din Kurdistanê, mirov nikarin biçin cem Ava Spî û diyar kir, ji ber van pêkanînan gel nikare ji mala xwe derkeve. Yavûz got, "Bi destpêka biharê re mirov ber bi Ava Spî ve diherikîn. Ev bedewiya bêhempa ya ji nava tehtekî li Çiyayê Bagokê der bûye, hezaran sal in ji aliyê mirovan ve dihat ziyaretkirin. Lê belê vê demê ji ber qedexeya derketina derve, mirovekî bi tenê jî nehatiye. Ji ber ku cihekî tûrîstîk e, ji bo debar herêmê çavkaniyeke xurt a aboriyê bû. Lê belê ev jî ji me re nehiştin. Li serê her kolanê panzer, tank û top bi cih kirine. Mirov naxwazin van tankan bibînin. Ji ber vê yekê bi sedan restorant, qehwe, cafe û dikanên diyariyan difiroşin ên li ser çemê Ava Spî, hemû girtî ne. Xuya ye wê demsala havînê jî bi vî rengî derbas bibe."
M. Emîn Harman da xuyakirin, ku gelê Nisêbînê yê hatiye dorpêçkirin, ji neçarî Ava Spî bi tenê hiştiye û wiha axivî: "Ava Spî ku sembola Nisêbînê ye, tevî ku cihekî pîroz e ji bo vî gelî, di heman demê de çavkaniya debara bi deh hezaran mirovî ye. Dewletê ev derfet nedaye me, xwezayê daye me. Me ji derfetên xwezayê sûd werdigirt. Di destpêkê de Santrala Hîdro Elektrîk çêkirin, bi sedan gund bê av hiştin û gundiyên ku nikarîbûn erdê xwe av bidin, ji neçarî koç kirin. Niha jî bi qedexeya derketina derve re nahêlin mirov bên seyrangehê. Ji xwe nikarin yekser ji mirovan re bêjin hûn nikarin biçin, lê bi qedexeya derketina derve re ev yek pêk anîn. Mirov nikarin derkevin derveyî kolana xwe. Ev roj wê biqedin û yên zilmê li me dikin bêguman wê rojekê hesab bidin."