Ateş a berxwedêr spartin axê

Fatma Ateş a li Sûrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di axaftinên merasîmê de hat destnîşankirin ku Ateş bi tawîznedana ji têkoşînê tê nasîn.

Fatma Ateş a li Sûrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Di axaftinên merasîmê de hat destnîşankirin ku Ateş bi tawîznedana ji têkoşînê tê nasîn.

Fatma Ateş a li navçeya Sûr a Amedê domahiya 80 rojan tevî êrîşan jî mala xwe neterikand û duh li hewşa mala xwe bi şarapnel ali bedena wê ket birîndar bû û jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Li Goristana Yenîkoy ji bo Ateş û Bûrhan Taşdelen ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da li Mizgefta Yenîkoy nimêja cenaze hat kirin. Piştî Taşdelen hat defnkirin, cenazeya Ateş bi konvoyek ji dehan wesayîtan ve anîn gundê Tepecîk ê girêdayî navçeya Karazê.

ZAROK Û HEVSERÊ WÊ BINÇAVKIRÎ NE

Zarok û hevserê Ateş ji ber binçavkirî ne, tevlî merasîma cenaze nebûn. Cenazeyê Ateş ên anîn gundê Tepecîk di domahiya rê de ji aliyê gundiyan bi çepik û tîlîliyan hat pêşwazîkirin. Cenazeyê anîn gundê Tepecîk, li vir bi tevlîbûna gundiyên cîran jî bi meşekê heta goristanê anîn. Di merasîma cenazeyê ya ku li ser milên jinan dewam kir de dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Sûrê” hatin berzkirin. Cenazeyê Ateş bi dirûşm, lorik û feryadan hat defnkirin.

DEMÎREL: MEŞALEYA ŞOREŞÊ NATEMIRE

Wekîla Hevserokatiya Koma HDP’ê Çaglar Demîrel piştî rêzgirtinê, axivî, got, li Sûrê ji berk eda Fatma Ateş her kesî wê dinasî. Demîrel diyar kir ku Ateş di bûyerên civakî de her tim di refên pêş de cih girt û ji berxwedanê ti carî tawîz neda, wiha dewam kir: “Dayika Fatma navê xwe li cihê ku dîrok ji nû ve tê nivîsîn qeyd kir. Bû hevrêya Sêvê, Pakîze û Fatmayan. Ev meşaleya şoreşê wê ti carî netemire.”

BIRAYÊ WÊ: JI TÊKOŞÎNÊ TAWÎZ NEDA

Bira Abdulhalîm Ateş jî îfade kir ku xwişka wî xwedî ruhekî şoreşgerî bû, wiha dewam kir: “Xwişka min dayika her kesên ku rastî neheqiyê hatibûn bû. Heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî ji vê têkoşîna xwe ya bedew ti tawîz neda. Ji ber vê jî tiştên dikeve ser milên me ne li dûv wê girî ye, ji cihê ku hiştiye mezinkirina têkoşînê ye.”

Piştî axaftinan, girseyê mala Ateş ziyaret kir.