Astengkirina cenazeyan wê sibe bi girseyî bê şermezarkirin

Ji ber cenazeyên gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG/YPJ’ê bi biryara Desteya Wezîran ev 3 roj in li sînor tên rawestandin û nadin malbatan wê sibe saet 11.00’an bi tevlîbûna dehhezaran Botaniyan çalakiya protestoyî bê lidarxistin.

Çalakiya rûniştinê ya ji ber cenazeyên gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG/YPJ’ê bi biryara Desteya Wezîran ev 3 roj in li sînor tên rawestandin û nadin malbatan didome. Çalakiya bi tevlîbûna parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Aycan Îrmez û Ferhat Encu, rêveberên HDP û DBP ên Şirnex û navçeyên wê û bi sedan welatiyan didome.

Wê sibe saet 11.00’an bi dehhezaran Botanî li Deriyê Sînor ê Xabûrê bên gel hev û astengkirina cenazeyan şermezar bikin.