Aslan: Li kolanên Dêrikê bi hezaran kovanên vala hene
Parlamenter Aslan ê niha li Dêrikê ye wiha got: “Li kolanan bi hezaran kovanên vala û bi sedan kapsulê gazê hene.”
Parlamenter Aslan ê niha li Dêrikê ye wiha got: “Li kolanan bi hezaran kovanên vala û bi sedan kapsulê gazê hene.”
Parlamenter Aslan ê niha li Dêrikê ye wiha got: “Li kolanan bi hezaran kovanên vala û bi sedan kapsulê gazê hene.”
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan li Dêrikê ye, piştî qedexeya kolanan rabû hilweşînên li taxan ketinê vegot.
Aslan diyar kir ku li navçeyê hê jî wesayîtên zirxî digerin, wiha axivî: “Bi taybet li navenda navçeyê û rêyên mezin bi hezaran qovanên vala û bi sedan kapsulên gazê hene. Gelek mal û kargeh êdî ketiye rewşeke ku careke din nayê bikaranîn. Li dîwar û kepengan şûna guleyan hene. Hin şop jî mezin in.”
Aslan destnîşan kir ku têkîldarî windahiya mirovan ti agahî negihiştiye destên wan, wiha dirêjî da axaftinê: “Gel ragihand ku 2 birîndar hene. Lê, me ev agahî piştrast nekir.”
Aslan wiha vegot: “Gel da xuyakirin ku gelek sewal jî telef bûne. Me ev rewş li Cizîr û Farqînê jî dît.”
Aslan got piştî qedexeya kolanan rabû gel herikiye kolanan, wiha berdewam kir: “Gel li hember qedexekeran bi hêrs e. Gel nifiran dike.”
Aslan bi bîr xist ku bi qedexeyên kolanan tevahî navçe veguherîne girtîgehê û axaftina xwe wiha domand: “Mirov ji azadiyên xwe dibin, elektrîk, av û ragihandin tên qutkirin. Ev ti têkîliyên xwe ne bi dewleta hiqûqê ne edaletê ne jî bi mirovatiyê hene.”
Parlementerê HDP’ê yê Batmanê Mehmet Alî Aslan wiha axivî: “ Weke HDP’ê me her tim AKP daxwazî ser maseyê muzakereyan kir. Em bawer dikin ku pirsgirêk wê li ser mase çareser bibe. Di pêvajoya çareseriyê de hemû gel nefesek baş standibû. Lê belê serketina gel ya 7’ê Hezîranê hezm nekirin. Xendek bi tevahî hincet e. Di 7’ê Hezîranê de li Pirsûsê xendek hebûn? Di şerên di navbera dewletan de Tank tên bikaranîn. Lê belê li vir bi hefteyan li hember gel Tank tên bikaranîn. Ne tenê qanunên navnetewî, qanunên xwe jî bikar naynin. Tevî van hemû bûyeran jî dîsa ‘Aştî’ dibêjin. Desthilatdarî bixwaze jî nexwaze jî wê li ser vê masê rûne. Tenê navnîşana çareseriyê mase ye. Ew mase divê tavilê bê danîn û bi awayek samîmî û di bin parastina qanunê de be.