Asayîşa Efrînê hişyarî da
Hêzên Asayîşê yên Efrînê, ji ber êrîşên dewleta Tirk ji welatiyan xwest ku bi awayekî komî dernekevin kolanan.
Hêzên Asayîşê yên Efrînê, ji ber êrîşên dewleta Tirk ji welatiyan xwest ku bi awayekî komî dernekevin kolanan.
Hêzên Asayîşa Kantona Efrînê der barê topbarana hêzên dewleta Tirk ên li ser Navenda Kantona Efrînê û gundên wê de, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Em bang li hemû welatiyên Kantona Efrînê dikin ku di dema topbarana hêzên dewleta Tirk de, baldar bin û li deverên giştî û kolanan kombûnan çênekin. Divê welatî bê agahdariya Hêzên Asayîşê ji malên xwe dernevin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku endamên Hêzên Asayîşê ji bo parastina ewlehiya welatiyan li her deverê ne û hat destnîşankirin ku dema topek li devereke kantonê ket, divê welatî yekser berê xwe bidin navenda Hêzên Asayîşê ya herî nêz û wan agahdar bikin.
Di daxuyaniya hêzên Asayîşê de, êrîşên hêzên dewleta Tirk ên li kantonê hatin şermezarkirin û hat gotin ku ya di dawiyê de winda bike, dewleta Tirk bi xwe ye û hemû planên wê yên li ser Rojava, wê têk biçin.
Di dawiya daxuyaniyê de jî sersaxî ji malbatên şehîdên ku di encama topbaranê de, jiyana xwe ji dest dane re hat xwestin û şifaya xêrê jî ji birîndaran re hat xwestin.