Artêşa Tirk zozanên Şemizînanê bombebaran dike

Artêşa Tirk zozanên Şemizînanê bombebaran dike

Hate ragihandin ku zozana Gevriyacuve ya li herêma Bezelê û Bedevê ya Şemzinan ji aliyê helîkopterên kobra ve hate bombebarankirin.

Hate ragihandin ku zozan Gevriyacuveyê ya di navbera herêmên Bêzelê û Bedevê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê ji aliyê helîkopteran ve hate bombebarankirin. Tê gotin ku li herêma tê bombebarankirin şivan û bêrîvanên gund hene. Hate gotin ku di dema bombebaranê de gundî ber bi herêmê ve çûn û ji şivanan agahiyê nagirin.

Hate zanîn ku li herêma hate bombebarankirin şewata daristanê dest pê kir.