Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li hemberî xwezaya Kurdistanê roj bi roj zêdetir dike. Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê daristanên qada Erdewîl ji aliyê artêşa tirk ve hedef hatine girtin û beşeke mezin a vê daristanê şewitiye.
Artêşa tirk bi teknolojiya leşkerî ya bilind ne tenê ji bo gerîla, ji bo tunekirina xwezayê jî bikartîne.
Bi taybetî bi germbûna hewayê re Artêşa tirk hişbûna çêrê wek derfet dît û ji bo xwezaya Kurdistanê qetil bike raste rast ereziyan bombebaran dike. Artêşa tirk di van bombebaranan de balafirên şer, helîkopterên tîpa kobra, tank, topên obus û hawanê bikartîne. Di pêvajoya borî de HPG’ê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku, artêşa tirk ji bo ku qadên daristanê bişewitîne fosfor bikaraniye.
Di rojên borî de li hemberî qada Erdewîl ya girêdayê navçeya Şemzînan a Colemêrgê de bi topên hawan û obusê êrîş pêk anîbûn. Di daristanê de şewat derket û bi rojan agir berdewam kir. di encama şewatê de bi sedan dar û koz û gelek sewalên kovî jî telef bûn.
Ji werza havînê heta niha artêşa tirk bi dehan qad dan ber agir. Artêşa tirk her havîn li xwezaya Kurdistanê komkujiyekê pêk tîne. Di salên dawî de ji ber artêşa tirk, di şewata daristanan de zêdebûneke mezin derketiye holê. li gorî bîlançoya ANF’ê artêşa tirk di sala 2011’an de di mehên îlon, tebax û tîrmehê de 60 qad dan ber agir. Di sala 2010’an de hovîtiyekî ku di salên 90’î jî nehatibû dîtin pêk hat. Li gorî ropara ÎHD’a Amedê ya meha Çileya 2010’an li Kurdistanê din ava çend mehan de 98 qad hatine şewitandin. Di 2009’an de di navbera hezîran û îlonê de 62 caran şewat derketibû.