Hat ragihadin ku hejmara tirtûlan li ser sînorê Bakûr-Başûrê Kurdistanê her ku diçin zêdetir dibin û hema bêje hemû belgên daran dixwin. Tê diyarkirin ku artêşa Tirk van tirtûlan diavêjin herêmê.
Baş tê zanîn ku artêşa Tirk ji ber gerîlayên HPG’ê bi destpêkirina biharê re herêmên daristanî dişewitîne. Agirê di encama bombebaranên artêşa Tirk de agir bi daristanan dikevin û şewat carna bi rojan berdewam dike. Ji bo şewitandina daristanan bi taybet bombeyên fosfor têne bikaranîn.
Lê li gorî îdîayan, artêşa Tirk ji bo tunekirina belgên daran, bi awayeke zêde tirtûlan diavêjin herêmê. Di sala par de jî artêşa Tirk van ajalên biçûk avêtibûn herêmê û ziyanê dabûn belgên gelek daran. Artêşa Tirk îsal hejmareke zêde ya tirtûlan avêt herêma Oremarê û xeta sînor. Ji ber vê jî hema bêje tu belge bi darên daristanên li ser sînor ve nemane.
Balkêş e ku bi taybet hejmara tirtûlan ser herêma Oremarê ya li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê zêde bûne. Artêşa Tirk di 3’yê tîrmehê de bombeyek avêtibûn herêmê û demek dirêj dûman jê derket. Gerîlayan guman dikir ku bombeya kîmyewî be. Piştre gerîlayan zanî tu bêhn jê nayên. Piştî bombeyê gerîlayan dîtin ku bi hezaran tirtûl di nava zinar û li ser daran zêde bûne.
Piştre jî hat dîtin ku darên li herêmê ji aliyê tirtûlan ve tên talankirin.