Artêşa Tirk di encama bombebarana li naveçay Pasûra Amedê de endamê xwe yê tevgera taybet kuşt û 3 cerdevan birîndar kir.
Navenda Çapemenî Ragihandina HPG’ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û got; “Di encama lêkolînê de di encam teqînê de polîseke tîmê taybet miriye, cerdewanek û 3 leşker jî birîndar bûye de hin agahiyên ketiye dest me em radigihînin.”
Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hat dayîn; “Ji 20'ê Gulanê de danê êvarî heta danê sibê yên 21'ê Gulanê li navçeya Pasûra Amedê li herêma Serê Spî bi helîkopterên kobrayan, hewan, obus û tankan ji aliyê artêşa dagirker a tirk bombebaran hatiye kirin, pişt re li vê herêmê operasyon hatiye lidarxistin. Di encama lêkolînê de di encam teqînê de polîseke tîmê taybet miriye, cerdewanek û 3 leşker jî birîndar bûye de hin agahiyên ketiye dest me em radigihînin. Piştî ji aliyê balefirên keşfê herêm hatiye keşfkirin, di encama agahiyên balefirê daye de êrîş pêk hatiye û ev vendahî pêk hatiye. Di operasyona behsa wê tê kirin de heta niha tu pevçûn di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de neqewimiye.