Hat ragihandin li Şemizînanê artêşa Tirk duh xwest xwe ji du aliyan ve Nêrkolaya Jorîn û geliyê Masîro bi dest bixe. Lê rastî berxwedana gerîlayan. Piştî artêşa Tirk derbeyên giran xwar, paş ve vegeriya. Piştî vê binketinê artêşa Tirk êrîşa hewayî ya herî berfireh pêk anî. Hat diyarkirin ku herêm ji aliyê bi dehan balefirên şer ve 8 saetan hat bombebarankirin û balefirên şer derbasî Başûrê Kurdistanê bûn.
Li gorî agahiyên nûçegihanê ANF’ê Cîhan Ozgur dane, çavkaniyên herêmî ragihandin ku di êvara 30’ê tîrmehê saet di 16.30 de artêşa Tirk du xwest xwe ji du aliyan ve Nêrkolaya Jorîn û geliyê Masîro bi dest bixe. Lê rastî berxwedana gerîlayan. Piştî pevçûna 2 saetan berdewam kir, artêşa Tirk derbeyên giran xwar, neçar ma ku paş ve vegere.
Piştî pevçûna dijwar ku artêşa Tirk derbeyên giran xwar, saet di 20.00 de bi dehan balefirên şer herêmên Gostê, Hecîbeg, Nêrkola, Ranya Pîrê, Genîştepe, Girê Karker, Masîro bombebaran kirin. Hat ragihandin ku ev êrîşa hewayî ji 23’ê tîrmehê ve êrîşa herî berfireh a hewayî ya ku artêşa Tirk pêk anî bû.
Hat ragihandin ku balefirên şer derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û li ser Xakûrkê û navçeya Sîdekan a Başûrê Kurdistanê re jî firiyan. Li gorî agahiyan, zozanî û gundiyên Başûrê Kurdistanê di nava tirsek mezin de dijîn.
Her wiha, hat diyarkirin ku balefirên bê mirov ên hewayî yên Tirkan li ser xeta sînor û herêmên Şemizînan ên ku ji 23’yê tîrmehê ve di destê gerîlayan de ne, rojê 24 saetan bênavber digerin.