Artêşa Tirk herêmên Zap û derdorê Bamernê topbaran dike

Artêşa Tirk herêmên Zap û derdorê Bamernê topbaran dike

Leşkerên artêşa Tirk beriya çend deqîqeyan dest bi topbarana herêmên Zap û derdorê Bamernê kir.

Piştî ku helîkoptera artêşa Tirk ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hate xistin, artêşa Tirk li herêmên Gever û Şemzînanê dest bi operasyonê kir û demek dirêj ev herêm bombebaran kirin. Niha jî yekîneyên topxaneyên artêşa Tirk ji herêmên Çelê yên sînor bi obis û hewana herêmên Zap û derdorê Bamernê topbaran dike.

Li gorî çavkaniyê ku ji herêmê hatine girtin ji demjimêr 11.50 şev ve herêm têne topbaran kirin û heya niha jî didome.