Artêşa Tirk çiyayê Goman yê ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê ve da ber topan.
Êrîş ji aliyê yekîneyên leşkerî yên topvan girêdayî 34’mîn Fermandariya Tûgaya Sînor ve duh di demjimêrên şev de pêkhatiye. Topbarana li dijî Çiyayê Goman li navçeya Şemzînanê bû sedema diltirisyê. Li navçeyê li gel topbaranê liv û tevgera helîkopteran jî didome.