Artêşa Tirk bi zanebûn daristanan dişewitîne

Artêşa Tirk bi zanebûn daristanan dişewitîne

Hate zanîn ku li herêma Geliyê Şêx Çiman a girêdayên Bedlîsê şewata daristana saboteya leşkerên tirkin û ji bo ku agir belav bibe topebaran kirine û herêm bi balafiran hatiye bombebarankirin.

Li gorî agahiyan piştî 6 cerdevan hatin girtin leşkerên tirk bi alîkariya teçhîzat û helîkopteran li herêm bombebaran kiriye û di encamê de şewat derketiye. Ligel vê destûr nedane ku wesayîtên mudaxaleyê yên Midûriyeta Daristan û Hawirdorê mudaxale bikin û agir belav bûye. Herêma Geliyê Şêx Cima ji herÊma k udi 4’ê hezîranê de rastî êrîşa skorsyk hatibû 10 kîlometreyan dure. 6 cerdevanên ku HPG’ê binçav kiribûn jî di 30’ê gulanê de hatin berdan.

DIJMINÊ XWEZAYÊ HIKÛMET Û ARTÊŞA TIRK

Rejîma tirk ligel neyaritiya xwe ya li hemberî kurdan li dijî erdnîgariya wan jî dijminatiyê dike. Artêşa tirk her havîn di bina navê têkoşîna bi PKK’ê re daristanan qetil dike. Bendavan ava dike. Xwezaya Kurdistanê di bin avê de dihêle.

Di 1’ê hezîranê de çoltera gundê Alacik a Dersîmê hate bombebaran kirin. Li gelek cihan şewat derket. Di 28’ê gulanê de li çiyayê Cudiyê di encama êrîşê de lig elek cihan agir derket.

Di 1’ê gulanê de li gundê Bamitnê û Şathê ya Navçeya Licê ya Amedê çiya hatin bombebarankirin û agir bi herêmê ket..

Li her sê cihan jî mudaxale çênebû. di salên dawî de ji ber Artêşa Tirk, şewata daristanan her diçe zêde dibe.

Li gorî bîlançoya gihiştiye ber destê ANF’ê, artêşa Tirk di mehên pûşper, tîrmeh, tebax û îlona 2011 de agir berda nêzî 60 cihên daristanî. Di sala 2010 de ji salên 1990’an zêdetir daristan hatin şewitandin.

Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan a sala 2010 ya ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve hat weşandin, di nav çend mehan de 98 herêmên daristanî yên Kurdistanê hatin şewitandin. Di navbera pûşper û îlona 2009 de jî 62 daristan hatin şewitandin.