Artêşa Sûriye gundê Kurdan bombebaran kir: 2 jin birîndar

Artêşa Sûriye gundê Kurdan bombebaran kir: 2 jin birîndar

Hat ragihandin ku helîkopterên artêşa Sûriyeyê li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê bombebaran kirin û di encamê de herî kêm 2 jinên Kurd birîndar bûne.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, helîkopterên artêşa Sûriyeyê nîro danê nîvro gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kirin û du jin birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku li nêzî navçeya Ezazê ya Efrînê di navbera artêşa rejîma Sûriye û Artêşa Azad a Sûriyeyê de pevçûnek qewimiye, hêzên rejîmê bi hinceta hêzên artêşa Azad di wir re derbas bûne, du caran gundê Kurdan bombebaran kir.

Hat diyarkirin ku balefirên şer ên artêşa Sûriyeyê jî li ser rêya di navbera Efrîn û Helebê de wesayîtek kirin hedef û encama êrîşa li hemberî vê wesayîtê aşkere nebûye.