Artêşa Tirk tevî çeteyên xwe êrîşî rojavayê Minbicê dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, êrîşî çeperên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Şêx Nasir kirin. Ji ber vê êrîşê şer derket. Şerê li vir giran e.

Çavkaniyên ji Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîş birine ser çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Şêx Nasir ê li rojavayê Minbicê. Şervana bersiva van êrîşan dan û şer derket. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, şerê li vê herêmê bi dijwarî dewam dike.

Balafirên şer ên artêşa Tirk duh bombe li gundên Şêx Nasir û hin gundên din ên li rojavayê Minbicê barandibûn û ji ber vê bomberdûmanê şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê jiyana xwe ji dest da bû.