Artêşa Tirk qadeke ji 50 hektarî şewitand
Di operasyonên li bejahiya gundên li sêgoşeya Pasûr-Lice-Farqînê de, artêşa Tirk qadeke daristanî ya ji 50 hektarî şewitand.
Di operasyonên li bejahiya gundên li sêgoşeya Pasûr-Lice-Farqînê de, artêşa Tirk qadeke daristanî ya ji 50 hektarî şewitand.
Piştî Waliyê Tirk ê li Amedê di 8'ê Tebaxê de li 13 gundên li sêgoşeya navçeyên Amed Pasûr, Farqîn û Licê li derketina derve "qedexe" kir, endamên tîmên taybet ên jendermeyan li herêmê dest bi operasyonê kirin û daristana li vê derê şewitandin. Ji be şewatê qadeke ji 50 hektarî ya li dora gundên Temira, Bira Zeynê, Beşirtê, Metmurê, Derikê, Bayir, Bamitnê, Reşanê, Dehla Gurê Mala Çalê, Mala Gir, Hındês, Cumatê, Şêlima Godernê, Sehtê, Beytulbeyan şewitî.
Gundiyan gotin, ev qada daristanî ji hewayê ve hatiye bombekirin û leşkerên herêm dorpêç kirine, agir berdane herêmê.
Ekîbên arkujiyê yên Şaredariya Pasûrê, ji bo şewata li dora gundê Temira vemirînin ketin nava tevgerê, lê belê ji aliyê leşkerên li Qereqola Bayir ve hatin sekinandin.
Ekîbên Midûriyeta Bajêr a Daristanan a Amedê jî, ku ji bo vemirandina şewatê bi rê ketin, dema hewl dan xwe bigihînin qada daristanî, ji ber topbarana ji aliyê leşkeran ve hat kirin, neçar man ji herêmê biçin.