Artêşa Tirk li girê Elîşêr qurifî
Gerîlayên HPG/YJA Starê, ku çalakiyeke berfireh li girê Elîşêr lidar xistin, dan xuyakirin ku wan derbeke mezin li leşkerên li ser gir xistine û çalakî ji bo hilanîna tola hemû hevrêyên xwe yên şehîd, pêk anîne.
Gerîlayên HPG/YJA Starê, ku çalakiyeke berfireh li girê Elîşêr lidar xistin, dan xuyakirin ku wan derbeke mezin li leşkerên li ser gir xistine û çalakî ji bo hilanîna tola hemû hevrêyên xwe yên şehîd, pêk anîne.
Li girê Elîşêr ê ser bi eyaleta Avaşînê, roja 31'ê Cotmehê danê nîvro, hêzên gerîla çalakiyeke berfireh pêk anîn. Yekîneyên gerîla yên ji çar baskan pêk dihatin, di demekê de ku mij hebû, xwe gihandin ser gir. Yekîneyên gerîla sê ji çeperên leşkeran ên ne li benda çalakiyê bûn, rûxandin. Piştre çûn ser cenazeyên leşkeran û çekên wan rakirin. Di vê çalakiyê de sih û şeş leşker hatin kuştin, debanceya leşkerekî payebilind ê hate kuştin û du şarjorên wê, çekek BKC û du çekên melez rakirin.
Gerîlayên di nava hêzên çalakiyê de cih girtin, armanca çalakiyê, amadekariyên gerîla yên ji bo çalakiyê, ruhê li nava yekîneyan û serketina mezin a gerîla nirxandin.
EM Ê HETA DILOPA DAWÎ YA XWÎNA XWE ŞER BIKIN'
ŞERVAN ZAGROS: Dewleta TC, di serî de li ser sînor, bi mehan e li her cihî derketiye operasyonê. Bêguman hem çalakiyên gerîla yên li dijî artêşê dewam dikin, hem jî ji bo şikandina operasyonan bi xurtî li ber xwe didin. Weke ku tê zanîn, di meha Cotmehê de li girê Elîşêr operasyonek hat kirin. Ji artêşê hebû ku bi operasyonekê re kontrola gir xistiye destê xwe. Lê di encama çalakiya berî du rojan a gerîal de dît ku bi çi rengî têk çûye. Di çalakiyê de ji cebilxaneyê heta lojîstîkê her tişt bi berfirehî hatin amadekirin. Ev çalakiya ji çar baskan pêk hat, tevî ku di rojeke sar û sermayê de hat kirin jî, ti heval nexist nava fikaran. Berevajî, heta kêliya dawî moralê me hemûyan di asta herî bilind de bû. Ji xwe me hemûyan sond xwarin, ku heta wî girî ji destê dijmin derxînin, heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin. Em bi vê sozê bi ser dijminê li ser gir ve meşiyan.
BI RUHÊ APOYÎ ME XWE GIHAND SER GIR
Çalakiyê bi roj dest pê kir, ku ji ber mij kesî kes nedidît. Lewma dijmin şoq bû. Ji ber ku ne li benda tiştekî bi vî rengî bû. Leşker gelekî rehet bûn. Lê dijmin dît ku bi operasyonekê re gerîla xwe ti carî venakişîne, girê Elîşêr bi hêsanî ji wan re nahêlin û heta tola hemû şehîdan hilîne wê wî girî li wan bikin zîndan. Rastiya ku li girê Elîşêr bi ser dewletê ve hat, mîna her carê hat veşartin. Yên li wir em bûn. Me bi çavên xwe dîtin, ku dema hêza teknîkê nebe, leşker çawa dişikên, çawa ditirsin û dikevin nava panîkê. Dijminê ku xwe dispêre teknîkê bila vê ji bîr neke; ti tişt nikare li ber gerîla bisekine. Ti tişt nikare li pêşiya çalakiyên gerîla, rastiya ruhê Apoyî bisekine. Hemû hevalên tevlî vê çalakiyê bûn hilbijartî bûn, fedayî bûn. Em bi ruhê PKK û Apoyî bi ser dijmin ve çûn û me dijmin li wî girî şikand.
ZAGROS LI LEŞKERÊN TIRK BÛ GORISTAN
EYLEM BAGOK: Min cihê xwe di nava baskê ku xwe gihand ser gir de cih girt. Heta kêliya çalakiyê, em tevî hevalan bi rojan li herêmê man. Ne serma ne jî baran ne xema me bû. Bi tenê armanceke me hemûyan hebû. Xwegihandina ser girê Elîşêr û lêdana li dijmin. Em bi vê armancê çûn ser gir û ji ber leşkerên li hemberî me bi kêrî şert û mercên zehmet nedihatin, me dît ku nikarin li ber serma Zagrosan li ber xwe bidin. Hemû li hev civiyabûn û çeperên xwe vala hiştibûn. Dema me xwe gihand ser gir, liv û tevgera bi rehetî ya leşkeran bala min kişand. Ew ne li bendê bûn ku gerîla çalakiyekê lidar bixe. Lewma pir bi rehetî tevdigeriyan. Piştî ku çalakiyê dest pê kir, dest û lingên wan li hev geriyan. Leşker matmayî man û dikin qîrîn û hawar. Bêguman di wê kêliyê de her leşkerek di hedefa me de bû. Yek bi yek bûn hedefê fîşekên me. Ev der ji hemûyan re bû goristan.
DI ŞEXSÊ HEVALÊN PÊŞENG, ZERÎN, RONÎ Û NÛMAN DE RUHEKÎ FEDAYÎ HAT NÎŞANDAN
Gotina dawî ya hevalên Pêşeng û Ronî, 'em ê ti carî dest ji gir bernedin' bû. Armanca yekane ya hevala Zerîn jî hilanîna tola hevala Ekîn û hevalên din û çikandina alê li ser serê gir bû. Bi rastî jî xwe gihand heta ser serê gir. Ji ber ku heval Pêşeng birîndar bû, ew çû alîkariyê. Û di vê kêliyê de şehîd bû. Hevala Zerîn xwe gihand ser gir û hewl da hevalê birîndar rizgar bike. Lewma gihîşt armanca xwe. Di şexsê hevalên Pêşeng, Zerîn, Ronî û Nûman de ruhekî fedayî hat nîşandan.
ÇALAKIYÊN GERÎLA WÊ DEWAM BIKIN
ZINAR SERHED: Ez di nava koma ku xwe gihand ser gir de bûm. Bi qasî bîst metreyan me xwe gihand nêzî leşkeran. Lê pê nehesiyan. Hemû hevalan bi moral û coşeke mezin dest bi çalakiyê kirin. Ev coş û kelecan heta dawiya çalakiyê dewam kir. Bûyera wê rojê qewimî nîşan dida ku artêş bi çi rengî hatiye şikandin û Mehmetcîk ji hev ketiye. Me li girê Elîşêr nîşan dan, ku leşkerên pişta xwe dispêrin teknîkê, dema bê teknîk dimîne çawa dikeve rewşeke bêçare. Lazim e her kes vê rastiyê bibîne. Mîna ku Rêberê me dibêje; cîhan jî bi ser me ve bê, em ê ti carî serî li ber kesî netewînin. Li dijî her êrîşa li dijî gelê me, welatê me, em ê li ber xwe bidin. Çalakiyên me gerîla wê bidomin. Em ê ti carî venegerin. Bi ruhê Apoyî em ê her tim bi pêş ve bimeşin.
PKK TEVGEREKE HESABPIRSÎNÊ YE
BERÇEM DÎJLE: Ez di operasyona Elîşêr de hebûm. Diviyabû min tola hevalên Medenî û Ekîn hilaniya. Dema min cihê xwe di nava çalakiyê de girt, min soz da xwe ku ez ê tola wan hilînim. Bi vê çalakiyê me tola wan hilanîn. Her fîşeka ku min berda dijmin, tola hevalan bû ku di operasyonê de şehîd bûn. Bila dijmin bi vê baş zanibe; ti tişt bê hesab namîne. Tevgera PKK'ê tiştekî bê hesab nahêle. Heta ku tola hevrêyên me yên şehîd bûne nepirse, nasekine. Û em jî nesekinîn. Bi vê rastiyê, bi ruhê fedayî yê şehîdên me em bi ser dijmin ve çûn û me hesab pirsîn. Me çalakiyeke serketî pêk anîn. Di vê çalakiyê de bi qasî sih û şeş leşker mirin. Bi leşkeran re em yek bi yek çûn ser cenazeyan û çekên wan rakirin. Ji ber ku çekên wan gelek bûn, me nekarî hemûyan bînin. Me gelek ji wan îmha kirin. Debanceyeke payebilinekî hate kuştin tevî du şarjorên wê, du çekên melez û BKC'yek me bi xwe re anîn.