Artêşa Tirk gundê Çaqela yê Efrînê bombardûman kir

Artêşa Tirk gundê Çaqela yê Efrînê bi tank û fuzeyan bombardûman kir.

Artêşa Tirk gundê Çaqela yê Efrînê bi tank û fuzeyan bombardûman kir.

Rexmê ku dîroka agirbesta li Sûriyeyê diyar e jî, êrîşên AKP/Erdogan ên li ser Rojava jî berdewam dikin.

Artêşa Tirk îşev saet di 18:00’an de bi tank, obus û fuzeyan gundê Çaqela yê girêdayî navçeya Şiyê ya Efrînê bombardûman kir. Qereqola Osman a li ser sînorê Kirkhan- Efrînê bi 15 tank û bi obus û 6 fuzeyan gund kir hedef, têkildarî kuştî û birîndaran heta vê gavê ti agahî nehatine bidestxistin.

Hat ragihandin ku piştî navbera 2 rojan dîsa êrîş destpê kirine, niha li herêmê rewşek aramî heye.