Artêşa Tirk êrîşî Kobanê kir
Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk a li dijî xaka Rojava berdewam dike.
Navenda Ragihandina YPG’ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk a li dijî xaka Rojava berdewam dike.
Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG), têkîldarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Êrîşên artêşa Tirk a li dijî xaka Rojava berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de artêşa Tirk 19’ê Kanûnê di saetên êvarî de bi çekên giran û navîn êrîş birin li herêma Kaniya Kurda ya dikeve rojhilatê navenda bajarê Kobanê.”