Artêşa Tirk Cerablûs ji DAIŞ'ê radestî DAIŞ'ê kir
Artêşa Tirk, bajarê Cerablûsê ji çeteyên DAIŞ'ê radestî çeteyên DAIŞ'ê yên riya xwe jê kirine û kincên nû li xwe kirine, hat kirin.
Artêşa Tirk, bajarê Cerablûsê ji çeteyên DAIŞ'ê radestî çeteyên DAIŞ'ê yên riya xwe jê kirine û kincên nû li xwe kirine, hat kirin.
Hêzên dewleta Tirk, duh danê sibehê bi mîzanseneke leşkerî, Cerablûsê ji çeteyên DAIŞ'ê yên bi rî û kincên reş, radestî çeteyên DAIŞ'ê yên riya xwe jê kirine, kinc û pêlavên nû li xwe kirine, kir. Ev mîzansena tevgera leşkerî û merasîma fermî ya radestkirin, li dijî destketiyên gelê Kurd hat kirin.
MÎZANSENÊ DANÊ SIBEHÊ DESTPÊ KIR
Ji bo mîzansena tevgera leşkerî berî çend rojan amadekarî destpê kiribû. Çeteyên DAIŞ'ê xwe ji Cerablûsê vekişandin û li navçeya Karkamiş a li aliyê din ê sînor şêniyên navçeyê ji malên xwe hatin dexistin û ji sedî 80 ê navçeyê hat valakirin. Mîna ku wê operasyoneke mezin a leşkerî û şerekî giran pêk were, atmosferek afirandin û gel xistin nava rewşeke aloz.
Mîzansena tevgera leşkerî saet di 04'an de destpê kir. Ewilî bi obus û tankan topbaran hat kirin, piştre bi maşînên kar komên destpêkê yên çeteyan û tankên artêşa Tirk ketin nava gundên Keklîce, Kivircik û Karakûyû yên bi 4, 12 û 13 kîlometreyan dûrî Cerablûsê ne.
Medya AKP'ê nûçeyên welê weşandin ku mîna şerekî mezin 'lehengiyeke' mezin li hemberî çeteyan hatiye kirin, rewş nîşan da.
Me xwe gihand gundiyekî ji Sûriyeyê yê bi navê Dervîş ku li gundê Karakûyû yê Cerablûsê dijî. Dervîş got, "Ez niha li hewşa mala xwe me. Ti şer nîne. Maşînên kar ji bo tankan û sewqiyata leşkerî rê vedikin. Tank jî li qiraxa şiba trenê disekinin. Li holê şer nîne, ez şer nabînim."
Piştî van gotinên Dervîş ê Sûriyeyî em li ser sînor digerin û rewşê li cih dibînin. Li ser xeta sînor dengê fîşekê jî nayê. Bi tenê dûyê ji ber şewata pirêze bilind dibe. Gundiyên Karkamişê navên xwe eşkere nakin û rewşê ji me re vedibêjin. Haya wan ji mîzansenê heye. Dibêjin ku berî bi rojan Karkamiş hatiye valakirin û danê sibehê jî bêyî ku fîşekek ji aliyê din ve biteqe, obus û tank bombeyan li Cerablûsê dibarînin. Ya ku me di rê de dît, gotinên gundiyan piştrast dike.
LI KARKAMIŞÊ JIYAN ASAYÎ YE
Em nêzî Karkamişê dibin ku bi rojan propaganda 'wê şerekî giran biqewime' lê hat kirin û derketina derve lê hat qedexekirin. Jİ ber qedexeya derketina derve, ji me heye ku wê me negirin nava navçeyê. Lê li navçeyê jiyan asayî ye, kargeh vekirî ne û her kes li derve ne. Li vê navçeya li pêşberî Cerablûsê ye dengê çekan ji Cerablûsê nayê.
MEDYA AKP'Ê ŞEWATA PIRÊZE WEKE ŞEREKÎ MEZIN JI GEL RE RAGIHAND
Medya AKP'ê li se girekî li pêşberî Cerablûsê bi cih bûye. Li ser vî girî, ji bilî wan ti saziyeke din a çapemeniyê nîne. Gelê Karkamişê li ser banê xaniyê xwe çayê vedixwe, lê li heman cihî medya AKP'ê êlekên ji pola li xwe kiriye, kask xistiye serê xwe û nûçeyên derew bi weşanên zindî ji gel re radigihîne: "Li pişt min, li cihê hûn niha dibînin şerekî mezin diqewime..." Li navenda bajarê Cerablûsê fîşekek bi tenê jî neqetiya. Dûyê tê dîtin jî şewata li pirêze ye.
Medya AKP'ê hê pê lê dike û vê mîzansena leşkerî dişibîne Şerê Mercîdabik ê sala 1516'an ku Osmanî hingî li Rojhilata Navînb elav dibû.
Tevî ewçend propagandaya giran a şer û operasyoneke mezin, li vê herêmê hema bêjin ti tedbîreke ewlekariyê nîne. Bi tenê ber bi Cerablûsê ve sewqiyt tê kirin. Çavkaniyên herêmê ji bo vê rewşê dibêjin, "Ev ne operasyoneke leşkerî ye. Ev sewqiyata çek û çeteyan e ji bo Cerablûsê."
MERASÎMA RADESTKIRINÊ PIŞTÎ NÎVRO QEDIYA
Bajarê Cerablûsê ku bajarekî berê yê Ermeniyan e û bi polîtîkaya Erebkirinê ya rejîma Baas re ji Ermeniyan hat paqijkirin, danê nîvro ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve radestî artêşa Tirk û komên pê ve tê kirin. Çeteyên DAIŞ'ê yên ku li hemberî rejîma Baasê û balafirên koalîsyonê dest ji gelek bajaran berneda, di nava çend saetan de bêyî li ber xwe bide, bajar yekser radestî artêşa Tirk dike.
Ya ku me li herêmê dît û şêniyên herêmê jî qalê kir, ya duh qewimî; bicihanîna lihevkirinek beriya niha bi DAIŞ'ê re hatibû kirin e. Bi çend topbarana bi obus û tankan hewl dan vê merasîma radestkirinê veşêrin.