Artêşa Şoreşgeran: 32 çeteyên El Nusra hatin kuştin
Di pevçûnên li herêma Ezazê ku di navbera Artêşa Şoreşgeran/Tugaya Tevgerî ya 30 û çeteyên El Nusra û komên bi ser wan ve de 32 çete hatin kuştin.

Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Ebû Hesen derbarê şer û pevçûnên wan ên bi El-Nursra re agahî dan ANHA’yê.
Ebû Hesen diyar kir ku di pevçûnên ku di navbera wan bi piştgiriya Tugaya Tevgerî ya 30 û çeteyên El Nusra û komên çete yên piştgiriya wan dikin de de 32 çete hatin kuştin.
Ebû Hesen, destnîşan kir ku çeteyên El Nusra û komên piştgiriya wan dikin îro di berbanga sibê de êrîşî bargehên wan û Tugaya Tevgerî ya 30 ku nû perwedeya xwe di bin çavdêriya Emerîka nû qedandine yên li gundê Şewarxe a herêma Ezazê kirin.
Hesen, destnîşan kir ku çeteyên El Nusra û komên piştgiriya wê dikin Ehrar El-Şam, Lîwai Ensar El-Dîn û Lîwai El-Islam di êrîşê de cihê xwe girtin û ev tişt anî ziman: ̎Êrîşkar rastî bersiveke tund hatin û derbên giran xwarin.̎
Ebû Hesen, da zanîn ku 6 şervanên wan dema bersiva çeteyan dan jiyana xwe ji dest dan, her wiha şervanek birîndar bû û wiha dom kir: ̎Me nikarî ziyana El Nusra yên çêbûne tespît bikin, lê em baş dizanin ku zêdeyî 32 çeteyan hatin kuştin, cenazeyên 10 çeteyan ketin destê Artêşa Şoreşgeran.̎
Di dawiya axaftina xwe de Ebû Hesen destnîşan kir ku êrîşên El Nusra ên Şewarxe û ên li Diwênê ya Efrînê jî têk çûn û got ku niha li herêmê bê dengî serwer e.