Artêşa Iraqê ji bo Mûsilê veguhestina leşkerî dike

Rayedarên artêşa Iraqê dan xuyakirin ku beşek ji hêzên Tûgaya 37. a artêşa Iraqê di çarçoveya operasyona Mûsilê de şandine herêma Mexmûrê.

Konvoyek mezin a leşkerî ku tank jî tê de bûn û ji nêzî 500 wesayîtên leşkerî pêk dihatin, 5’ê Hezîranê gihiştibû bajarokê Mexmûrê.

Rayedarên artêşa Iraqê, ji bilî operasyonên Ramadî û Fellûce yên didomin, amadekariyên ji bo Mûsilê jî dewam dikin.

Tê gotin ku operasyona Mûsilê ya ji aliyê ‘Fermandariya Hêzên Nînovayê’ sewq û îdareya wê tê kirin, di demek nêz de destpê bike.  

...