Arslanê ku xaniyê wî hilweşiya li benda sozên hatin dayîn e

Arslanê ku xaniyê wî hilweşiya li benda sozên hatin dayîn e

Bayram Arslan ê li navçeya Farqîna Amedê xaniya wî hilweşiya, serî li Qeymqamtiya Farqînê da. Arslan ji qeymeqam Dogan Demîrdaş dixwaze ku soza xwe bîne cih.

Bayram di sala 2006’an de dema ku li dersxaneyekê peywirdarê paqjiyê bû terişî û ji çoga xwe birîndar bû. Bayram ji wê rojê şûn de ji ber ku tedawî nebû nekare tu karekî bike. Li gorî ku Aslan vegot du sal berê xaniyê wî ku beşek jê kerpîç hilweşiyaye û ji aliyê beton jî zirar dîtiye. Bayram got ku xanî niha wêran bûye got ku ne qemqam û ne jî Wezîrê Çandinî û Sewalkariyê Mehdî Eker soza xwe anîne cih.

Bayram Asrlsanê ku ji bo xaniyê xwe yê taxa Mizgerftê ya kolana Çîftçeşme bi salane ji rayedaran sozê digire û rayedar soza xwe naynin cih , ji ANF’ê re axivî.

Aslanê 47 salî û bavê çar zarokan wiha got: “Di sala 2006’an de min li dersxaneyekê karê paqijiyê dikir. Rojekê dema min paqijî dikir ez ji merdîwenê de ketim û çoga min ya rast şkest. Doktor rapora ji sedî 30 seqetiyê da min. Ji bo tedawiya min 3 hezar TL pere lazime. Doktoran got ku ger platîn bê bicihkirin dê rast bibe. ji berk u derfetên min yên aboriyê tune ez nekarim tedawî bibim û bixebitim.”

SOZA XWE NEANÎ CIH

Aslan destnîşan kir k udu sal berê ji bo ku xaniyekê biçûk ji zarokên wî re bê çêkirin serî Qeymeqamtiya Farqînê dane û wiha got: “Qeymeqam j imin tapo xwest. Ji berk u ez naxebitim di qeydê Qeymeqamtiya Farqînê de rewşa min D1 e. Qeymeqam Dogan Demîrdaş li odeya xwe ya qeymeqamtiyê zoza xaniyekê luks da min. Her wiha gotin ku heta xanî bê çêkirin dê ewê kîraya wan bidin. Dema ev tişt j imin re gotin ez pir kêfxweş bûm. Serokê navçeyê yê AKP’ê Nedîm Kiliçaslan jî li odeya wî bû. Dema qeymeqam ev soz dan ew jî şahid bû. Lê mixabin Qeymeqam tenê 5 mehan kîraya min da. Niha ez hevsera min û zarokên min em zehmetiyê dikişînin. Kîraya min jî niha bi alîkariya derdorê tê dayîn. Niha tayîna Dogan Demîrdaş derket cihekî din. Ez bi mehan perîşan bûme. “

KAR JÎ NEDAN MIN

Arslan wihdirêjî da axaftina xwe: “Piştî ku qeymeqamê soza neanî cihe ez çûm cem Qeymeqamê nû Yunus Sezer. Sezer jî li wir soza kar da min lê heta niha tu encamek me bidest nexistiye. Wezîrê Çandî û Sewalkariyê Mehdî Eker jî soza kar da min. Ligel min li Qeymeqam geriya. Wê demê li gel min Midûrê Mîlî Egîtîmê ya Navçeyê Seyîthan Erboga jî hebû. Qeymeqam j imin pirsî li Farqînê kar tune tu dikarî çi karî bikî. Min jî got ez dikarim ji bo zarokên xwe bi vê seqetiya xwe her tiştî bikim. Min got hema bila karek hebe çi dibe bila bibe. J imin re got ez ê li bendava Farqînê karekî ji te re bibînim. Ev 15 roje ez li bendê me. Bila j imin re karekî bibînin ezê kîraya xwe bidim. Xaniyê min deriziye. Xanî wêran bûye. Ez nedikarim bixebitim û ne jî dikarim xaniyê xwe tamîr bikim. Nekarim tedawiya xwe jî bibim. Sozê ku dan min divê bînin cih.”