Arinç: PKK çekan deyne, ji bo Ocala hespa malê dikare bê axaftin

Arinç: PKK çekan deyne, ji bo Ocala hespa malê dikare bê axaftin

Cigirê serokwezîrê Tirk Bulent Arinç di bernameyeke televîzyonê de di mijara ji bo Ocalan hepsa malê de axivî û got “Ger ku PKK’ê bê merc çekan deyne ev mijar dikare bê nîqaşkirin.”

Bulent Arinç ku Studyoyên Enqereyê ya A Haberê re pirsên Murat Akgun bersivan di mijara ji bo Ocalan de got “ger ku PKK’ê çekê dayne ev mijar dikare bê axaftin.”

Arinç wiha got: “Van tiştan Leyla zana û hin kesên din jî tînin ziman. Ev mijarek wisa ye ku mirov bi tena serê xwe gotûbêj bike. Ev dikare bi pêşvajoya çekdanînê ya rêxistina terorê bê gotûbêjkirin. An jî ji bo îro ev yek derbas nabe. Yên ku li Îmraliyê ye jiyana xwe ya rojane didomîne. Ji ber ku ev wekî daxwaza rêxistinekê be, ger em vê bikin de ev rêxistin dest ji vê şîdetê bernade. Weke ku Derokwezîrê me jî ji rêveberiya Iraqê re got ‘bila çekan daynin û dawî li çalakiyên xwe bînin û dê ji vir şûn de bi hev re bifkirin. Ev tenê daxwazeke. Ez nafikirim ku li ser vê siyaset bê kirin. Ev zêde ne ji dil e. Ger ku rêxistin bi temamî çekê deyne û çalakiyan pêk neyne mijara hepsa malê ya ji bo Ocalan jî dikare bê axaftin.”