Antîfaşîstên li Hannoverê: Zext me nabezînin, piştevaniya me wê bi Kurdan re bidome
Serdegirtin û dorpêça polîsan a li ser saziyên Antîfaşîst ên Elman ku vê sibehê li bajarê Hannover ê Elmanya piştevaniya Kurdan dikirin, bi dawî bû.
Serdegirtin û dorpêça polîsan a li ser saziyên Antîfaşîst ên Elman ku vê sibehê li bajarê Hannover ê Elmanya piştevaniya Kurdan dikirin, bi dawî bû.
Serdegirtin û dorpêça polîsan a li ser saziyên Antîfaşîst ên Elman ku vê sibehê li bajarê Hannover ê Elmanya piştevaniya Kurdan dikirin, bi dawî bû. Di serdegirtinê de metaryalên enformasyonê yên têkîldarî kampanyaya ji bo rakirina qedexeya li ser PKK’ê, materyalên Halîm Dener, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ra azadî, broşurên têkîldarî şoreşa Rojava, pankart, wêne û compîter hatin desteserkirin.
Piştî serdegirtinê nûnerên saziyê li hev civiyan, bal kişandin ku ev serdegirtina polîsên Elman antîdemokratîk e. Peyam wiha dan: “Ev wek li Tirkiyeyê, li Elmanyayê jî polîtîkaya ji Kurdan, ji tevgera azadiya Kurd dûrxistinê ye. Em ê neyên lîstikên dewleta Elman. Em ê bi tevgera azadiya Kurd re piştevaniya xwe hê xurttir bikin.”
Li hember polîtîkayên krîmînalîzekirina dewleta Elman, ji bo meşa 12’ê Sibatê saet 18.00’an li Steîntora Hannoverê banga tevlîbûnê hat kirin.
Rêveberê NAV-DEM’ê Abdullah Efe yê bi armanca piştevaniyê tevlî civînê bibû, banga tevlîbûnek xurt li Kurd, demokrat şoreşgerên Tirkiyeyê yên li Hannover û derdora wê kir.