Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir ku ji bo Kurdan dewleta Tirk dewleteke dagirker e û destnîşan kir ku ti hêzeke dagirker a başiya mirovan dixwaze nîne. Andok got, dewleta Tirk ti carî dest ji înkar û tinekirina Kurdan bernedaye.
Andok êrîşên dewleta Tirk, xweparastin û helwesta PDK'ê ya li pêşberî van êrîşan, ji ANF'ê re nirxand.
Andok anî ziman ku di komkujiyên li Pirsûs, Gezî û Roboskî de hatiye dîtin xwe parastin pirsgirêkeke giştî ya civakê ye û got, "Ev pirsgirêk ne tenê ya Kurdan e. Gelo ev pirsgirêka Laz, Çerkes, Tirk û hemû beşên civakê nîne? Heye. Sîstema dewleta Tirk bi rewşa xwe ya tekparêziyê re hemû beşên civakê kiriye yek tîp. Cudahiya Kurdan ew e ku li dijî van êrîşan têkoşîneke rêxistinbûyî dimeşînin. Dewlet dema qirkirina fîzîkî nake, serî li rêbazên qirkirina çandî dide. Dewleta Tirk xwedî zîhniyeteke netewe-dewlet e."
Andok destnîşan kir ku dewleta Tirk hînê jî der barê Kurd û Kurdistanê de tiştekî bi tenê jî qebûl nekiriye û anî ziman ku polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd di roja îro de bi destAê AKP'ê tê meşandin.
'DEWLETA TIRK JI BO KURDAN DEWLETEKE DAGIRKER E'
Andok da xuyakirin ku dewleta Tirk ji bo Kurdan dewleteke dagirker e û diyar kir ku ti hêzeke dagirker a başiya mirovahiyê dixwaze nîne, li Kurdistanê qet nîne.
Andok ev nirxandin kir: "Li her derê dagirker dagirker e. Ji bo dagir bike, ji bo koka civakê rake êrîş dike. Ya li Kurdistanê niha diqewime ev e. Girîng e beriya her tiştî ev tespît were kirin. Dewleta Tirk ti carî dest ji înkar û tinekirina Kurdan bernedaye û ji bo koka Kurdan rake, di nava hewldanan de ye. Divê em vê zanibin; ev dewlet ji bo Kurdan ava nebûye, ev dewlet ji bo tinekirina gelê Kurd ava bûye û hebûna xwe parastiye. Gelo mirov çawa dikare li bendê bin kujer, celad, xwînmêj mirovan biparêze. Rê û rêbazên cuda yên dewletê hene. Eger bi bikaranîna rêyên xwe yên hiqûqî re te înkar dike, ev yek jî aliyekî din ê qirkirinê ye.
'DI LÎTERATURA KOMARA TIRKIYEYÊ DE KURD Û KURDISTAN NÎNE'
Di lîteratura Komara Tirkiyeyê de ne Kurd ne jî Kurdistan heye. Ji aliyê aborî ve jî ji bo Kurd birçî bimînin, ji bo nikaribin ji dewlemendiyên erdnîgariya xwe sûdê werbigirin, ji bo bi tenê ji bo têrkirina zikê xwe bixebite, her şêwe zerarê dide. Tevahiya dewlemendiyên Kurdistanê dimêje û pêşkêşî rantxuran dike. Dîroka me di binê avê de dihêlin. Bi rêya DAIŞ'ê, li Rojhilata Navîn çiqas mîrate hebe hemûyan tine dike. Bi vî rengî hewl dide civakan bêdîrok bihêlin. Ji ber vê yekê ev şer şerê tinekirinê ye, şerê bê kirin jî wê şerê xweparastinê be. Şer ji gelek aliyên şer, hiqûqî, dîrokî, çandî, ziman û xwezayî ve tê meşandin. Ji bilî van xwedî aliyên cuda ye. Dewlet serî li rê û rêbazên cuda dide. Kurd hemû JÎTEM'ê nas dikin, lê belê di fermiyeta dewleta Tirk de nîne. Tevahiya cîhan dizane dewleta Tirk bi rêya DAIŞ'ê çi dike, lê li ser kaxizê ev nîne, bi vî rengî barbariyên xwe dikin.
'GELÊ KURD NEÇAR E HEBÛNA XWE BIPARÊZE'
Dewleta Tirk, salek piştî damezrandina xwe ket rewşa dewleteke faşîzan û polîtîkayên xwe yên ji hingî ve ji bo tinekirina Kurdan dimeşîne dewam dike. Gelê Kurd neçar e hebûna xwe biparêze. Wê ji bo hebûna xwe têbikoş e. Divê ne li hêviya parastian dewletê be, ne li benda gerîla jî bimîne. Pêwîste xwe bi xwe biparêze, yanî parastina xwe bike. Ji bo vê bike jî ti kêmasiyên xwe nîne. Ev dewlet li dijî Kurdan şer dike. Wekî din gelê Kurd ne xwedî çand, ziman, nasname ax, rûmet û dîroka xwe ye, hingî pirsgirêka xwe ya xweparastinê heye. Wê demê divê têkoşîneke hevpar bê meşandin. Pirsgirêk ne tenê ya gerîla ye, ya her kesên ji bo edalet, demokrasî û azadiyê têdikoşin e. Gerîla mîna her kesî pirsgirêkan dibîne û dijî. Ji bo bibe mirovên azad hatine çiyê û li dijî serdestan têdikoş in. Pêwîste tevahiya gelê Kurd bi ruhê gerîla tevbigere. Ew ruh ruhê fedaîtiyê ye. Divê bi hişmendiya 'bûyîna xwe' tevbigere. Di rewşa heyî de hînê em ne xwe ne, em ji cewhera xwe dûr in."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bal kişand ser daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yên li ser axaftina bi Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî re û diyar kir ku Davûtoglû bi awayekî vekirî gotiye, Barzanî di nava êrîşên heftê balafirên şer ên li dijî herêmên gerîla de cih girtiye û destek daye vê êrîşê.
'PDK BI VÊ HELWESTA XWE RE ZERARÊ DIDE GELÊ KURD'
Andok anî ziman ku Davûtoglû bi vê yekê re dixwaze êrîşên xwe rewa bike û got, "Cihgirtina di nava êrîşeke bi vî rengî ya li hemberî gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de, bê guman xwedî wateyeke cuda ye. Li Başûrê Kurdistanê jî gerîla heye. Bê guman dema em Başûrê Kurdistanê diparêzin, em gelê xwe diparêzin. Başûrê Kurdistanê ne malê tapûkirî yê PDK'ê ye. Gelo bi vê helwesta xwe re PDK li pişta gelê Başûrê Kurdistanê nabe barek? Ev gotinên PDK'ê beriya her tiştî rûmeta gelê Başûrê Kurdistanê naêşîne? Rezaleteke bi vî rengî dibe? Em tevgereke gel in, tevgera hemû nasnameyên etnîkî ne. Beriya her tiştî em tevgereke Kurd in. Feraseta me ya KUrd û ya Barzanî ne weke hev e. Di navbera feraseta wî û feraseta hêzên dixwazin Kurdan tine bikin de ti cudahî nîne. Ji aliyê zîhniyetê ve cotik in. Di warê zîhniyeta netewe-dewlet, neteweperestiyê de refleksên wan, rêbaza siyasetê ya wan dişibin hev. Di mejiyê wî de Kurdistaneke parçebûyî hatiye rûniştandin. Dibe ku wan Peymana Sevrê pejirandine, dibe ku êrîşên di roja peymana Lozanê de qebûl kiribin. Dikarin tevahiya Kurdistanê, ji bo çend bajarên lê serdest be, feda bike. Lê em bi wî rengî nafikirin û qebûl nakin. Di mejiyê me de Kurdistan yek e. Di mejiyê me de civaka Kurdistanê jî yek e.
'XUYAYE DI NAVBERA BARZANÎ Û DAVÛTOGLÛ DE CUDAHIYEK NÎNE'
Li gorî me, hemû desthilatdarparêz mîna hev in. Xuyaye di navbera Barzanî û Davûtoglû de cudahiyek nîne. Ev di herikîna dîrokê de jî bi vî rengî bû. Mîna tinebûna cudahiya di navbera Gilgameş û Enkîdo de. Gilgameş jî bi hevkarê xwe yê heman sûcî Enkîdo re li dijî Kurdan, li dijî Hûnbabayan kiriye. Em niha xwe têxin şûna Hûnbaba, Davûtoglû Gilgameş ê dîrokê ye, Enkîdo jî weke nokerê destpêkê yê Kurdan tê zanîn. Barzanî bi helwesta xwe ya heyî re bi dijminê herî mezin ê Kurdan re bi dewleta Tirk û AKP'ê re dibe yek û ev yek tê wateya êrîşa li dijî koka xwe.
Her hal PDK dixwaze PKK tesfiye bibe, bi vî rengî rastiya xwe ya dîrokî dernekeve holê. Lewma bi vî rengî tevdigere. Ji ber vê yekê dixwaze her kesî bixe rewşeke mîna ya xwe, ku teslîmî hin kesan bibe. Lê belê ne pêkane PKK bikeve rewşa PDK'ê. PKK hucreya kokê ye. PKK xwe dsipêre civaka xwezayî ya komunal a demokratîk û têkoşîna xwe li ser vê bingehê dimeşîne."
'JI MÊTÎNGERIYÊ RE ÊDÎ BES E'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ew êdî ji mêtîngeriya li ser Kurdistanê re bêjin êdî bes e û ev xal destnîşan kir:
"Saziyên dewletê dibe yan jî nokerên dewletê. Yên li Kurdistanê zerarê didin civaka Kurd divê bên tinekirin. Çawa ku her zindî xwe diparêze, pêwîste parastina civakan jî bi heman rengî be. Her mal, malbat û mirov divê xwe biparêze. Baş e, wê parastina Kurdan çawa be? Li dijî êrîşên dewletê divê li hemberî qirêjiya nava xwe parastin bê kirin. Kurdistan wê êdî bibe cihê mirovên demokratîk, azad, wekhevîparêz û edaletparêz. Êdî wê cihê xayînan tinebe. Ev tê wateya paqijkirina ji dagirkeran. Em ne mecbûrin di bin destê dagirkeran de bijîn. Eger di vê dem û rewşê de civaka Kurd hînê bê nav e û ji mafên xwe bêpar in, ev yek şerma herî mezin a dîroka mirovahiyê ye. Hem ji bo dagirkeran şerma herî mezin e, hem jî ji bo civaka me şerma herî mezin e. Hînê dagirker û xayîn ji xaka me nehatine derxistin. Ji ber vê yekê meşandina şer, têkoşîn û berxwedanê, sedema hebûna me ye."