Amedî wê ji bo şermezarkirina êrîşên li Sûrê ber bi Walîtiyê ve bimeşin

Gelê Amedê, heta rakirina qedexeya derketina derve û bidawîbûna êrîşên polîsan ên li Sûrê, wê çalakiyan lidar bixin. Di çarçoveya çalakiyên bi pêşengiya DBP'ê werin lidarxistin de wê sibe ji Partka Koşûyolû heta Walîtiyê meş bê lidarxistin.

Li navçeya Amed Sûrê, piştî ragihandina qedexeya derketina derve, êrîşên polîsan zêde bûn. Ji bo piştgirîdayîna gelê Sûrê yê li hemberî êrîşan li ber xwe dide û rakirina qedexeyê, li Amedê wê rêze çalakî werin lidarxistin. Çalakiyên ku wê bi pêşengiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bên lidarxistin, wê heta rabûna qedexeyê bidomin. Çalakî wê sibe destpê bikin. Girseya gel a ku saet di 13:00 de li Parka Koşûyolû bicive, wê ber bi Walîtiya Amedê ve bimeşe. Her wiha, heta rabûna qedexeyê, wê li her navçeyê çalakî bên organîzekirin û ber bi Sûrê ve meş bên lidarxistin.