Amedî ji bo Sûrê dest bi çalakiyên 'bêdawî' dikin
Êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî navçeya navendî ya Amedê Sûrê di roja 49. de ye. Ev êrîş bi berxwedana mezin a gel, tê şikandin.
Êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî navçeya navendî ya Amedê Sûrê di roja 49. de ye. Ev êrîş bi berxwedana mezin a gel, tê şikandin.
Ji bo destekkirina Sûrê, ku li hemberî êrîşên hêzên dewletê li ber xwe dide, Amediya biryara 'çalakiya bêdawî' dan.
Êrîşên hêzên dewletê yên li hemberî navçeya navendî ya Amedê Sûrê di roja 49. de ye. Ev êrîş bi berxwedana mezin a gel, tê şikandin.
Bi armanca destekkirina berxwedana Sûrê, bi pêşengiya HDP, DBP, KJA û KCD'ê pêvajoya çalakiyan destpê dike.
Di vê çarçoveyê de wê li ber AZC Plaza ya Yenîşehîrê her roj saet di 18:00 de çalakî bên lidarxistin. Li navçeyên Peyas, Baglar û Yenîşehîrê wê îro saet di 18:00 de meşên bi meşale werin lidarxistin.
Sibe saet di 12:00 de jî wê gel li Parka Koşûyolû li hev bicive û ber bi avahiya Şaxê ÎHD'ê ve bimeşe û malbatên di greva birçîbûnê de ne ziyaret bike.
Her êvarê saet di 18:00 de jî wê li gelemperiya bajêr çalakiya 'deng derxistinê' were lidarxistin.