Amed ji meşa Gemlîkê re amade ye

Ji bo meşa ji Amedê ber bi Gemlikê ya bi dirûşma, "Em bi sedhezaran ji bo azadiya Rêbertî dimeşin" wê pêk were, hemû amadekarî hatin kirin.

Ji bo meşa ji Amedê ber bi Gemlikê ya bi dirûşma,  "Em bi sedhezaran ji bo azadiya Rêbertî dimeşin" wê pêk were, hemû amadekarî hatin kirin. Serokê TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz anî ziman ku ew mal bi mal, kolan kolan geriyane û gel vexwendine meşê û bang li welatiyan kir ku ji bo meşê li ber avahiya DBP'ê kom bibin.

Amed ji bo meşa bi dirûşma, "Em bi sed hezaran ji bo azadiya Rêbertî  dimeşin" ji Amedê ber bi Gemlîkê were kirin û azadiya Ocalan were berzkirin amade ye. Beriya meşe, komên zabita û welatî li ber avahiya DBP'a Amedê tedbirên ewlehiyê girtin. Li derdora avahiya DBP'ê şerîdên ewlehiyê hatine kişandin û welatiyên ku dikeven qada meşe jî lêgerîna wan tê kirin. Li Amedê ji bo tevlîbûna meşê sed hezar belavok hatine belav kirin û tê hêvî kirin ku bi sedhezaran welatî saet di 16:00'an de li ber avahiya DBP'ê kom bibe.

Li gel amadekariyên meşê, polîs jî li gel wesayitên zirxî û TOMA'yan li jêra cihê meşê rawestiyane û hat dîtin ku bi dehan polîs jî di nav otobosan de disekinin.

Serokê TUHAD-FED'ê anî ziman ku ew mal bi mal, sikak bi sikak geriyane û amadekariya meşê kirine. Temîzyuz destnîşan kir ku ew li bendê ne ku saet di 16:00'an de bi sedhezaran welatî li ber avahiya DBP'ê kom bibin. Temîzyuz agahî da û got wan hemû amadekariyên meşe temam kirine û ji bo tendurustî, ewlehî û pêdiviyên bingehîn komite hatine ava kirin.

Temîzyuz herî dawî bang li welatiyan kir ku li ber avahiya DBP'ê kom bibin.