Komên girseya gel ên bi hezaran ber bi Qada Îstasyonê ve dest bi meşên kirin, li rastî êrîşa polîsên Tirk a bi bombeya gazê û ava şid hatin. Ji ber berxwedana gel polîs neçar man gelek bendên li taxan danîbûn rabikin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin pevçûn li bajêr belav dibin. Amediyên ku guh nedan qedexeya rejîma AKP’ê û daketin qadan. Polîs neçar man gelek cihên girtibûn berdin, lê bi wesayîtên TOMA’yê êrîş dikin.
Li hemberî qada Îstasyonê ya ku dê mitîng lê pêk bê êrîşên bi bombeyên gazê û ava şid pêk tên. Di êrîşan de gelek kes birîndar bûne. Parlementerên BDP’yî gihiştin Qada Îstasyonê.