Amed bû qada şer: 3 jê wekîl bi dehan birîndar

Amed bû qada şer: 3 jê wekîl bi dehan birîndar

Parlementerên BDP’ê ragihandin ku ew ketin Qada Îstasyonê, polîsan di êrîşan de wekîlên Kurd kir hedef. Di encamê de herî kêm 3 parlementerên BDP’yî û Osman Baydemîr, tevî bi dehan kes birîndar bûn. Polîsan bombeyên gazê avêtin mizgefta li nêzî Qada Îstasyonê, pevçûn berdewam dikin.

Bi hezaran kes ber bi qada Îstasyonê ve dest bi meşê kirin. Polîsan du caran êrîşê girseya li ser Şeqama Ekîncîlerê kirin. Girse bê navber dirûşimên “Bijî Serok Apo” diqêrin.

Polîsên Tirk bi awayeke dijwar bi bombeyên gazê êrîş dikin. Li gelek cihan polîsên Tirk neçar man ku bendên xwe ji ber berxwedana gel rabikin. Rageşiya li Semta Ofîsê jî berdewam dikin.

Girseya ji navenda navçeya Yenîşehîrê diçûn Qada Îstasyonê, li ser Şeqama Gervanê li rastî êrîşê hatin. Girse bi keviran bersiv dide êrîşa polîsan pevçûnên li kolanan berdewam dike. Herêm di nava dumana bombeyên gazê de maye.

Rêya li nêzî Koşuyoluyê jî li trafîkê hate girtin. Girse bê navber dirûşimên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re diqîre û ragihandin ku ew ê heta azadiya Ocalan çalakî li dar bixin. Komê bend danê ser rê û rê li trafîkê girtin.

3 WEKÎL BIRÎNDAR BÛN

Bi hezaran kes ji Sumerparkê ber bi Qada îstasyonê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Berxwedan Jiyan e” hatin qêrîn. Di encama êrîşan de du kes birîndar bûn. Her du kesên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Girseya Parlementerên BDP’ê Ayla Akat Ata, Sirri Sakik û Îdrîs Baluken jî di nav de bû li navçeya Sûrê jî dixwest biçe Qada Îstasyonê li rastî êrîşê hatin. Wesayîta TOMA’yê Akat Ata kir hedev û li erdê ket had diyarkirin ku Ata birîndar bûye.

Girseya tevî Hevseroka KCD’ê Aysel Tûglûk, Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, parlementerên BDP’ê, Şaredarê Amedê Osman Baydemîr bi hezaran kes ketin qadê. Li wir li rastî êrîşa dijwar a polîsan hatin.

ONDER: EM DAKETIN QADÊ BILA HEMÛ KES BIZANEZE

Parlamenterê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder kut evli weşana Nûçe TV bû, got, “Em daketin Qada Îstasyonê” Onder destnîşan kir ku polîsan ew kirine armanc û êrîş li wan kirine. Onder wiha axivî: “Hemû cure çekên xwe ên nû li hemberî me ceribandin” Onder destnîşan kir ku Parlamenter Mulkiye Bîrtane jî di encama van êrîşan de birîndar bûye.

ÊRÎŞÎ MIZGEFTÊ KIRIN

Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu jî da zanîn ku polîsan êrîş li girseya ji mizgeftê derdikeft kiriye û parlamenterên BDP’ê hewl dane girseya li mizgeftê derxin der. Kurkçu di axaftina xwe de da zanîn ku wekî Birtane Parlamenter Pervin Buldan jî di encama êrîşa polîsan de birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Kurkçu, diyar kir ku dîktatoriya Erdogan li hemberî nûnerên gel êrîş pêkaniyê.

BAYDEMÎR JÎ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛ

Piştî ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr ji xwe çû û rakirin nexweşxaneyê, hat ragihandin kul i Îstasyon, Rezan, û Ofîsê gelek kes birîndar bûne.

Polîsan li hemberî girseya ku aliyê Korxeta navçeya Rezan ve dest bi meşê kirin, rastî êrişa polîsan a bi bombeyên gazê hat. Girseyê jî bi keviran bersiv da êrîşa polîsan. Li taxê ku vegeriyaye qada şer, dorpêçkirina polîsan didome. Di vê navberê de hat destnîşan kirin kul i taxê firinên nan û avahiyen welatiyan bûne armanca bombeyên gazê yên polîsan.