Ambûlansa çû birîndaran rake, rastî êrîşê hat

Li Cizîrê, ambûlansek ji bo rakirina 1 jê zarok 2 kesên danê vê sibehê birîndar bûn, çû taxa Cûdî. Lê belê hêzên dewletê gule li ambûlansan reşandin.

Li navçeya Şirnex Cizîrê, dewleta Tirk sûcê şer dike. 1 jê zarok 2 kesên danê sibehê li taxa Cûdî birîndar bûn, ji ber astengiya hêzên dewletê hînê li naverastê ne û nikarin sewqî nexweşxaneyê bên kirin. Ambûlansek ji bo rakirina 1 jê zarok 2 kesên danê vê sibehê birîndar bûn, çû taxa Cûdî. Lê belê hêzên dewletê gule li ambûlansan reşandin. Ji ber vê êrîşê, ambûlans bêyî her du birîndaran ji erdê rake, ji neçarî vegeriya.

PAKSOY Ê 4 ROJAN BI BIRÎNDARÎ LI TAXÊ HATIBÛ HIŞTIN, JIYANA XWE JI DEST DABÛ

Hêzên dewleta Tirk ên ku tevî hemû êrîşên xwe nikare berxwedana gel bişikîne, giraniyê dide ser îşkenceya li birîndar û cenazeyan. Huseyîn Paksoy ê 16 salî yê di 14'ê Çileyê de li Taxa Nûrê birîndar bûbû, hêzên dewletê nehiştibûn ku gel wî rake nexweşxaneyê û piştî 4 rojan jiyana xwe ji dest dabû.

Tevî Orhan Tûnç ê duh êvarê birîndar bû 3 welatî li taxa Cûdî birîndar in û nikarin biçin nexweşxaneyê.