'Amara'
Leyla Eyranepûr bi nasnav Amara Cûdî ya li Kanîdînir a Merîwanê ji dayik bû, di 26'ê Hezîrana 2015'an de li Kobane jiyana xwe ji dest da.
Leyla Eyranepûr bi nasnav Amara Cûdî ya li Kanîdînir a Merîwanê ji dayik bû, di 26'ê Hezîrana 2015'an de li Kobane jiyana xwe ji dest da.
Leyla Eyranepûr bi nasnav Amara Cûdî ya li Kanîdînir a Merîwanê ji dayik bû, di 26'ê Hezîrana 2015'an de li Kobane jiyana xwe ji dest da.
Amara ya ji Rojhilatê Kurdistanê, şervaneke jin a fermandar bû ku ji destpêka şerê li Kobanê û pê ve li refên herî pêş cihê xwe girt. Li dijî dijminê nirxên mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê, 4 mehan li başûrê Kobanê di nava şerekî bê eman de xwe parast. Min Amara a li refên herî pêş ê çeperên li Başûrê Kobanê cih digirt, di meha Nîsanê de li qiraxa Çemê Firatê li jêr Girê Sevê yê nêzî Sirrînê, dema rê nîşanî şervanên YPJ'ê dida nas kir.
Amara Cûdî ya bihîst em hatine li mewziyên şer ên li eniya Başûr bigerin, di bin navê 'şeva ji bo rojnamevanan' merasîma pêşwazîkirina bi sirûdên şoreşê û tilîliyan pêşwazî kiribû. Du jinên bal dikişand! Yek jê Zîlan Amed, ya din jî Amara Cûdî! Em piştre hîn bûn ku tilîliyan di tarîtiya şevê de deng veda, ya wan herduyan û. Li ser agirê şeva me ronî dikir, çaydanê ava tê de dikeliya hebû. Bi heneka li porê Amara me sohbet vekir. Belê leşker bû, lê timî rû li ken bû. Ji ber ku porê xwe ne li gorî 'rêbaz' an jî modayê jê kiribû, bi dengekî nizm vedigot:
"Hevalên salên dûr û dirêj in min nas dikin, niha li eniya şer in. Dibe ku te qet nebîstibe, ku şervanên jin çiqasî ji porê xwe hez dikin. Porê min honandî û gelekî dirêj bû. Ji ber ku zêde bû, min nikarîbû jê bikira. Li aliyê başûr ê navenda Kobanê me ji xwe re mewziyek çêkirin. Ji bo çeteyan bixin kemînê. Lê belê diviyabû me mewziya xwe li cihekî welê çêbikira ku çete pê nehesiya. Di nava sergo de me çêkir û ser wê jî bi tenekeyên rûn girt. Piştî ku navenda Kobanê azad bû, derfetên min çêbû ku banyo bikim. Dema hevalan av li serê min kirin, min dît ku sipih çawa li ser avê digerin. Derew nîne; di dema banyo de gelekî giriyam û ji bilî jêkirina porê xwe şensekî min tinebû. Çîroka porê min ê qut, bi vî rengî ye."
Tevî vê vegotinê min jê xwest bîranîneke xwe bêje û careke din bala xwe da agir. Di vê kêliyê de min xwest bi makîneya xwe ya wêneyan vî wêneyê bedew ê Amara bikişînim.
"Temam ez ê vebêjim. Hevalê Ozgur hebû li cem min. Digot, 'Hevala Amara dema Kobanê azad bû, tişta ku beriya her tiştî bikim, ez ê vê pûşiyê li dîrekekî li ser serê Girê Miştenûrê daliqînim. Tuyê jî heta ji te bê tilîliyekê berz bike'. Hevalê Ozgur çend roj beriya azadbûna Kobanê şehîd ket. Lê pûşiya wî li cem min bû, ez çûm min daliqan û kir tilîlî. Lê hevalê Ozgur êdî tinebû, ku rabim dîlan. Ez neketim govendê."
Dema min bîranîna wê bihîst û dît ku Amara çawa hesteke kûr dijî, rondikên min bi awayekî azad xwe ji çavên min berdan xwarê. Ji şewqa agir dît û bi ken got, "aaa tu digirî? Dizanim ku mirov li wan bîranînan nagirîn, pê re dilsoz dibin. Zarokên herî esîl ê vî gelî ketin nava axê, lê şert û merc ji bo azadiyê ev ferz dikir'. Bi dengekî kelogirî min jî li hemberî hebûna bajarê Kobanê îsyan kir. Li hemberî gotinên min 'hêja bû ji çûyîna ewçend mirovên bedew re? careke din nerazîbûn nîşan da û got, "Diviyabû me mewziyên xwe ji rêxistineke qirêj a çete ya mîna DAIŞ'ê re nehiştibûya! Cîhanê hînê Apoyî nas nekiribû yan jî nedixwest nas bike! Vaye li Kobanê Apoyiyan destan nivîsandin. Heta ku cîhan ji aliyê fîzîkî ve hebe destana Kobanê wê ji nifşên nû re her bê ragihandin. Ev yek ji bo gelê Kurd ne abîdeya rûmetdariyê ye?"
Li ber agir mam û min guh da Çemê Firatê. Ji bo kêliyekê min rojnamevanî danî aliyekî û ketim nava muhasebeya wijdanî. Dîsa bi ken ket navberê û got, "Tu bi ku ve diçe, were. Soz ez ê êdî bîranîneke din a bandorê li te bike, nebêjim." Lê li ser israra min, bîranîneke xwe ya din vegot...
Di şeva tarî de şapûana xwe nîşan da û got, "Serê sibehê bê, em ê li ser agir avê germ bikin, tuyê serê xwe bi şampûana min bişo". Bi vê gotinê re mijar dîsa bû porê wê yê qut. Di derengiya şevê de mea ji bo kontrokirina derdorê bi komeke ji şervanên jin diçe keşfê, em jî razan. Soz dabû min ku ew ê bîranînên xwe yên 4 mehan ji ANF'ê re vebêje. Lê belê dema em serê sibehê hişyar bûn, min bihîst ku çûye eniyeke din. Her çend xemgîn bûm jî, neçar bûm vê qebûl bikim.
Agahî ji min re şand û got, "Bila were eniya başûrrojhilat, soz ez ê li wir hevdîtinê bikim." Lê ket rêya min ber bi wî alî ve neçû, ber bi mewziya şer a Amara lê bû.
Rûyê wê yê bedew dibe ku qet lji ber çavên dîtiye neçe... Mîna navê jineke di şopa jinên Kurd ên azad ên xwedawendî ve diçe ye wateya "AMARA". Em û nifşên bên, wê timî deyndarê were bin...