Alk. Doç. Altiparmak: Li Tirkiyeyê hiqûq têk çûye
Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak diyar kir, BHQ ên ku weke çekekê ji aliyê hikûmetê ve tên bikaranîn, li dijî qanûna Rewşa Awarte ye û got, "Pîvanên hiqûqê niha li Tirkiyeyê têk çûne."
Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak diyar kir, BHQ ên ku weke çekekê ji aliyê hikûmetê ve tên bikaranîn, li dijî qanûna Rewşa Awarte ye û got, "Pîvanên hiqûqê niha li Tirkiyeyê têk çûne."
Altiparmak pêşniyar li mexdûran kir, ku ji ber mekanîzmayên hiqûqa navxweyî naxebitin, di nava 6 mehan de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.
Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak 'Rewşa Awarte' ya ku di Destûra Bingehîn a 1982'an de hatiye diyarkirin û ya ku mexdûr dikarin bikin, ji ANF'ê re nirxand.
'PÎVANÊN HIQÛQÎ TÊK ÇÛNE'
Altiparmak rewşa heyî ya li Tirkiyeyê weke hilweşîna komarê bi nav kir û got, "Niha li Tirkiyeyê pîvanên hiqûqê bi temamî têk çûne. Maf û azadiyên bingehîn hatine desteserkirin. Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de (BHQ) li dijî qanûnên Rewşa Awarte ne."
'DESTÛRA BINGEHÎN HAT BETALKIRIN'
Altiparmak da xuyakirin ku bi ragihandina Rewşa Awarte re gelek guhertinên li hiqûqa navneteweyî nayên hatine kirin û li dijî nerazîbûnên ji saziyên navneteweyî tên, hikûmet gefan dixwe. Altiparmak destnîşan kir, ku di rewşa heyî de Tirkiyeyê şertên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê terikandiye. Dr. Altiparmak anî ziman, hikûmetê destûra bingehîn tevizandiye û got, "Ya ku dewlet di vê demê de ji saziyên navneteweyî dixwaze, mîna xwe, destûra bingehîn bêkêr bibîne. Ji hikûmetê heye ku dikare destûra bingehîn û peymanên hiqûqa navneteweyî betal bike."
'WELAT BÊ DESTÛRA BINGEHÎN E'
Altiparmak destnîşan kir, ku li Tirkiyeyê hiqûqeke navxweyî ya ku karibe dawî vê bêhiqûqiyê bîne nema ye û got, "Dadgeha Şûraya Dewletê, Dadgeha Muhasabatê û Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo her tiştên diçin ber destê wan dibêjin 'ez nikarin lêkolîn bikim'. Bi Rewşa Awarte û BHQ'yan re welat bê destûra bingehîn ma. Mirov dikarin vê rewşê weke hilweşîna dewleta hiqûqê bi nav bikin."
DELÎLÊN GIRÎNG JI BO MEXDÛRAN
Altiparmak diyar kir, rêyeke hiqûqa navxweyî name ye ku kedkarên cemaweriyê yên ji kar hatine kirin, girtin û organên çapemeniyê yên hatine girtin serî lê bidin û wiha dewam kir: "Konseya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê çend roj berê hat Tirkiyeyê. Di hevdîtinê de pirsî, ku di pêvajoya Rewşa Awarte de rêya dadgeriyê vekiriye yan na. Tirkiyeyê jî bersiv daye ku rêya dadgeriyê girtiye. Ev yek ji bo mexdûran mînak û delîleke mezin e."
'DI NAVA 6 MEHAN DE SERLÊDANÊ BIKIN'
Altinparmak pirsa "Ji bo hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî biqedin, gelo divê li benda 10 salan bimînin?" pirsî û ev pêşniyar li mexdûran kir: "Ji ber vê yekê, di rewşeke ku nikarin îspat bikin de, barê îspatê vê carê dikeve ser milê hikûmetê. Dikarin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin." Altiparmak diyar kir, Dadgeha Destûra Bingehîn niha di lêpirsîneke krîtîk de biryar nedaye û got, "Dadgeha Destûra Bingehîn di nava 3 mehan de biryareke biçûk a bi bandor nedaye. Mirov dikarin vê rewşê jî bikin sedema destpêkirina pêvajoya dadgeriyê." Altiparmak bibîr xist, ku divê mexdûr di nava 6 mehan de pêvajoya darizandinê bidin destpêkirin.