'Albûma wehşetê' ya li Cizîrê ji tevahiya cîhanê re hat şandin

Hovîtiya dewletê ya li Cizîrê kir, ji aliyê HDP'ê ve bi wêneyan hat berhevkirin û ev albûma ji wêneyên wehşetê ji gelek saziyan re şand.

Wehşeta di nava 154'an de li navçeya Şirnex Cizîrê hat kirin, wê ji aliyê tevahiya cîhanê ve bê dîtin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wêneyên li ser vê wehşetê berhev kir û kir albûmek. Ev albûma ku ji sedan wêneyan pêk tê, tevî raporên rêxistinên mafên mirovan, weke dosyayekê hat amadekirin.

Li vê albûmê her wiha kurtefîlmekî bi navê "Cizîr vedibêj" weke DVD hat bicihkirin. Albûm 1.500 caran hat çapkirin û tevî saziyên navneteweyî ji sedan navnîşanan re hat şandin. Beşek ji albûmê ji Delagasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, beşek jî ji saziyên mafên mirovan, partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl re wê bê şandin.

JI PARTÎ Û SAZIYÊN LI TIRKIYEYÊ RE JÎ HAT ŞANDIN

Nîvê albûmê ji van partî û saziyên li Tirkiyeyê re hat şandin: "TMMOB, KESK, DÎSK; Halkevlerî; ODP; ESP; EMEP; SYKP; HAKPAR; KP; HTKP; Partiya Keskan û Partiya Siberoja Çep; Tevgera Hezîranê ya Yekbûyî; OSP; Tevgera Azadî; KADEP; PSAKD; Federasyona Elewî Bektaşî; Komeleya Çanda Anatolî ya Haci Bektaş Velî; Komeleyên Çandê yên Elewiyan."