Piştî ku Kurdan dest danî ser rêveberiya Dêrîka Hemko, ala Sûriyeyê ku heta duh jî li qereqola sînor ya qesabeya Endîwerê daliqandî bû, îro hate dîtin ku anîne xwar.
Piştî ku rêveberiyên Efrîn, Koban û Dêrîka Hemko yên Rojavayê Kurdistanê ket destê Kurdan, hate ragihandin ku ala Sûriyeyê ya li qereqola qesabeya Endîwer ya li beramberî navçeya Cizîr ya Şirnexê anîne xwar.
Piştî ku ala Sûrî ya li qereqola sînor hate daxistin, li qereqolên ser sînor yên Tirkiyeyê jî liv û tevgerbûnekê destpêkir. Dewriyeyên di navbera qereqolan de hatin zêdekirin û tedbîr bilind kirin.