Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Agirî, qetilkirina 3 kesên li bajêr şermezar kirin. Hevserokê DBP’a bajêr Efe yê di çalakiyê de axivî got: "AKP bê tirs zarokên me qetil dike. Em ê serî li hember îmhayên AKP’ê daneynin."
Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Agirî qetilkirina Sezaî Yaşar, birayê wî Ahmet Yaşar û Mîrzeydîn Gorturk ji aliyê tîmên taybet ve protesto kirin.
Di çalakiya li ber avahiya DBP’ê de bi sedan welatî beşdar bûn. Welatiyan dirûşmên, "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Qatil AKP" gotin.
Di çalakiyê de Hevserokê DBP’a Agirî Necmettîn Efe diyar kir ku bûyer aşkera înfazeke, di wêneyên ku polîsên AKP’ê serwîs kirine de jî tê dîtin pevçûn çênebûye û 3 ciwan bi awayekî zelal hatine qetilkirin.
Efe, wiha dewam kir: "Zext û komkujiyên AKP’ê wê negihêjin armanca xwe. AKP’ya bi çeteyên wek DAIŞ’ê re têkiliya wê hatiye tespîtkirin ji tirsa darazê welêt li hundir û derve dixe nav şer û ji bo desthilatdariya xwe winda neke bê tirs zarokên me qetil dike. Em ê li hember îmhayên AKP’ê serê xwe netewînın ji bo Sezaî Yaşar, Ahmet Yaşar û Mîrzettîn Gorturk ji Xwedê rehmê ji gelê me re sersaxiyê dixwazim. Em vê cinayeta bi awayekî bê daraz hatiye kirin careke din bi nefret şermezar dikin.”