AKP ev 13 sal in cara 6. xwe amade dike deriyê sînor ê Kapikoyê veke (!)

Hikûmeta AKP'ê, wê cara 6'an Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Wan Sarayê veke...

Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê li navçeya Wan Sarayê, ku yek ji girîngtirîn çavkaniya debarê ya gel e, di dema yek ji hikûmeta AKP'ê de ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê Kurşat Tuzmen ve bi îdîaya 'rêxistina terorê sûdê ji vî derî digire' beriya 11 salan bi temamî ji bazirganiyê hatibû girtin. Niha jî wê cara 6. bê vekirin.

Hikûmeta AKP'ê, ku di 13 salên desthilatdariya xwe de ti sozên daye Kurdan bi cih neanî, ji ber hilbijaritnên 1'ê Mijdarê ji nû ve ket nava tevgerê. AKP li Wanê, bi pêşengiya Alîkarê berê yê Serokwezîr û namzetê xwe yê rêza 1. Beşîr Atalay, xebatên hilbijartinê dimeşîne. Koza herî mezin a hilbijartinê ya Atalay a li Wanê, vekirina deriyê sînor ê Kapikoyê ye. Atalay çend roj berê bi endamên çapemeniyê yên li Wanê re civiyabû û îdîakiribû ku ew ê Deriyê Sînor ê Kapikoyê bi destê xwe veke.

Deriyê Sînor ê Kapikoyê, ev 13 sal in beriya her hilbijartinê dibe sozeke AKP'ê ya ji bo Waniyan. Halbûkî Navenda Bazirganiya Sînor a Kapikoyê di sala 2005'an de ji aliyê Wezîrê Bazirganiyê yê AKP'ê Kurşat Tuzmen ve bi îdîaya 'rêxistina terorê ji vî derî sûdê werdigire' bi temamî li bazirganiyê hatibû girtin.

Hikûmeta AKP'ê piştî ku Navenda Bazirganî û Sînor a Kapikoyê girt, beriya her hilbijartinê vekirina vî derî weke sozekê da Waniyan. Hikûmetên AKP'ê heta roja îro 6 caran soz dan ku deriyê sînor ê Kapikoyê vekin. Serokwezîrê niha Ahmet Davûtoglû, Wezîr Cevdet Yilmaz beriya niha îdîa kiribûn ku çûne Kapikoyê û bi merasîmê deriyê sînor vekirine. Niha jî dor hatiye Beşîr Atalay. Soza sereke ya Beşîr Atalay a ji bo Waniyan jî, vekirina Navenda Bazirganî û Sînor a Kapikoyê ye.

Li gorî lêkolînên me, vekirinên beriya niha yên Navenda Bazirganî û Sînor a Kapikoyê bi vî rengî ne:

18'ê Tîrmeha 2009'an: Di dawiya civîna serdema 6. a Komîteya Hevpar a Bazirganiya Sînor a Tirkiye-Îranê de, ku 2 rojan li Wanê dewam kir, di navbera Alîkarên Musteşarê Bazirganiya Derve ya her du welatan de protokol hat îmzekirin.

24'ê Cotmeha 2010'an: Navendên Bazirganiya Sînor a ji esnafên Wan û bajarê Hoy ê Komara Îslamê ya Îranê, li Deriyê Sînor ê Kapikoy-Razî, bi merasîmekê hat vekirin.

2'ê Adara 2010'an: Ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Kapikoyê îmze hatin avêtin.

30'ê Çileya 2011'an: Rêya bejahî ya transît a ji Deriyê Sînor ê Kapikoyê diçe Îranê, bi awayekî fermî hat vekirin.

16'ê Nîsana 2011'an: Merasîma vekirina derî hat kirin.

10'ê Cotmeha 2015'an: Namzetê AKP'ê yê Parlamenteriyê û Alîkarê berê yê Serokwzîr Beşîr Atalay: "Di dema herî nêz de wê deriyê gumrukê were vekirin. Ez ê bi xwe biçim vekim."

Bi kurtasî, deriyê sînor ê Kapikoyê wê di çarçoveya propaganda hilbijartinê ya AKP'ê de careke din were vekirin...