'AKP/Erdogan li Sûriyeyê paqijiya etnîkî kir'
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku dewleta AKP/Erdogan gelên Sûriyeyê koçber û penaber kiriye û gotin, "Bi destê komên çete paqijiya etnîkî kir."
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dan xuyakirin, ku dewleta AKP/Erdogan gelên Sûriyeyê koçber û penaber kiriye û gotin, "Bi destê komên çete paqijiya etnîkî kir."
Di çarçoveya Pêngava Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi lez û bez ber bi bajêr ve diçin. Şervanan bersiv dan Wezîrê Karên Derve yê dewleta AKP/Erdogan Mevlut Çavûşoglû.
Wezîrê Karên Derve yê dewleta AKP/Erdogan Mevlut Çavûşoglû gotibû, "Ji bilî desteka lojîstîk a li rojhilatê Firatê, em naxwazin YPG'yiyekî bi tenê jî bimîne', 'YPG li her devera xwe digihînê paqijiya etnîkî dike'. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv da van gotinên Çavûşoglû û gotin, "Yên ku gelên Sûriyeyê koçber dikin, qetil dikin, îşkenceyê dikin û sirgûn dikin AKP/Erdogan, DAIŞ a pişta xwe dispêre AKP/Erdogan û komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê ne."
ÇETEYÊN DAIŞ'Ê DIREVIN
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Xalid El Mohammed di destpêka axaftina xwe de ji fermandarên Şems El Şemal Feysel Ebû Leyla bibîr anî û destnîşan kir, ku di çarçoveya Pêngava Fermandar Şehîd Feysel Ebûl Leyla de ew ber bi serketin û azadiyê ve dimeşin.
Xalid El Mohammed da xuyakirin, ku wan heta niha bi dehan gund û gundikên Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirine û çeteyên DAIŞ'ê ji ber wan direvin.
ÇETE ÊDÎ HATINE DORPÊÇKIRIN
Xalid El Mohammed diyar kir, rêyên Reqqa-Minbic, Cerablûs-Minbic ku ji bo çeteyên DAIŞ'ê stratejîk in, êdî di bin kontrola şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ne û dor li çeteyên li Minbicê hatiye girtin.
Xalid El Mohammed da zanîn, piştî ku çeteyên DAIŞ'ê li Minbicê hatin dorpêçkirin, dewleta Tirk di ser Cerablûsê re çek, cebilxane, lojîstîk û çeteyan derbas dike û anî ziman, ev hewldanên dewleta Tirk bi kêrî tiştekî nayên.
'EM SERBILIND IN KU LI KÊLEKA YPG/YPJ'Ê ŞER DIKIN'
Xalihd El Mohammed bersiveke tund da sûcdariyên Çavûşoglû li YPG/YPJ'ê dike.
Xalid El Mohammed da xuyakirin, ku di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de şervanên YPG/YPJ'ê nînin, lê eger hebin jî ew ê bi vê gelekî serbilind bin û kêfxweş bin.
Xalid El Mohammed got, "Tevî derfetên kêm ên li eniya şer, em hîn dibin bê li cîhanê û li herêma me çi diqewimin. Em van sûcdariyên Wezîrê Karên Derve yê Tirk, weke gelên Sûriyeyê û hêzên demokratîk û azadîxwaz ên Sûriyeyê, red dikin.
Dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Minbic, Reqqa, Ezaz û Cerablûsê kirin, gelên Sûriyeyê berê xwe dan kantonên Rojava. Yên xwedî li me derketin, rêveberiyên kantonên Rojava bû. Yên em ji DAIŞ û komên din ên çete parastin, hêzên YPG/YPJ'ê bûn.
Niha divê were pirsîn; rêveberiya kantonên Rojava ku ewçend bi xurtî xwedî li gelê Sûriyeyê derdikeve û hembêza xwe li wan vekiriye, hêzên YPG/YPJ ên gelên Sûriyeyê diparêzin, wê çawa paqijiya etnîkî bikin?
Li ser hebûna şervanên YPG/YPJ'ê li rojavayê Firatê, ancax gelê Minbicê yê azad biryara vê bide. Ev yek dewleta Tirk eleqedar nake."
DI NAVBERA DEWLETA TIRK Û KOMÊN ÇETE DE CIVÎNÊN TAYBET DESTPÊ KIRIN
Şervanekî din ê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ûsame Ehmed jî da xuyakirin, ku Pêngava Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla ya ji bo paqijkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê hat destpêkirin, bi rengekî serketî dewam dike.
Ûsame Ehmed bal kişand ser nerazîbûna dewleta Tirk a ji ber serketina pêngavê û anî ziman, ji biryargeha navendî ya komên çete AKP/Erdogan daxuyaniyê ecêb tên.
Ûsame Ehmed da zanîn, piştî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1'ê Hezîranê de dest bi pêngava rizgarkirinê kirin, di navbera AKP/Erdogan û komên çete de li Enqere, Stenbol, Hatay, Kîlîs, Dîlok û Rihayê civînên taybet destpê kirin.
NE MAFÊ TIRKIYEYÊ YE LI SER NAVÊ GELÊN SÛRIYEYÊ BAXIVE
Ûsame Ehmed got, "Di Pêngava Rizgarkirina Minbicê de YPG/YPJ cih nagirin. Em weke gelên Sûriyeyê yên xaka wan ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê û Koalîsyona Sûriyeyê ve hatiye dagirkirin, dixwazin şervanên YPG/YPJ'ê li her derê bin.
Yê ku biryarê bide bê şervanên YPG/YPJ'ê li Minbicê bin an na, ne dewleta Tirk e, gelên Sûriyeyê bi xwe ye. Çawa dibe ku dewleta Tirk bi xwe re dibîne li ser navê gelên Sûriyeyê baxive?
Yên ku gelên Sûriyeyê koçber kirin, qetil kirin, îşkence kirin û sirgûn kirin YPG/YPJ an jî hêzên QSD'ê nînin. Yên ku ev kirin AKP/Erdogan û DAIŞ û çeteyên koalîsyonê yên ser bi wî ve ne.
Yên ku li Sûriyeyê paqijiya etnîkî kirin, tevî paqijiya etnîkî paqijiya mezhebî jî kirin AKP/Erdogan û çeteyên wî ne. Yek ji berpirsyarên sereke yên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, dewleta Tirk e.
Weke hêzên azadî û demokrasiyê yên li Sûriyeyê, ji têkoşîna şoreşgerî û berxwedana hêzên YPG/YPJ'ê em hînî gelek tiştan bûn. Hînê jî em hîn dibin. Em bi hêzên YPG/YPJ'ê serbilind û kêfxweş in."