Akdogan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.

Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Nîhat Akdogan ê ku ji bo îfadeyê bide di ketina Colemêrgê de hate binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê û şûn de bi bi sûcê “Propagandakirina rêxistinê”, “Parastina sûç û sûçdar” û “Li gel endambûna rêxistinê û li ser navê rêxistinê sûç kirin” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.