BI DÎMEN

Akdag: Îsraîlê çi li Qûdisê kir, Tirkiye jî heman tiştî li Cizîrê dike!

Delegeyê KCD'ê Dîroknas-Nivîskar Osman Akdag, komkujiya dewlet li Cizîr û Sûrê li gel dike nirxand û diyar kir, qirkirina mirov û dîrokê ya dewleta Îsraîlê li Qûdisê kir, niha dewleta Tirk bi rengekî jê dijwartir, li Cizîr û Sûrê dike.

Delegeyê KCD'ê Dîroknas-Nivîskar Osman Akdag, komkujiya dewlet li Cizîr û Sûrê li gel dike nirxand û diyar kir, qirkirina mirov û dîrokê ya dewleta Îsraîlê li Qûdisê kir, niha dewleta Tirk bi rengekî jê dijwartir, li Cizîr û Sûrê dike.

Akdag di hevpeyvîna xwe ya bi ANF'ê re bal kişand ser hilweşandina bajarên gundan bi bomberdûmanê û 'projeya veguherîna bajar' a dewlet dixwaze bixe meriyetê nirxand.

Akdag got, "Projeya îro li Kurdistanê di meriyetê de ye, projeya roja îro nîne. Ev proje xwe dispêre paşerojek ji hezaran salî. Li ser gelê Kurd planên tinekirinê tên meşandin. Dewleta Tirk, ku îro bi bomberdûmanê re bajarên qedîm Sûr û Cizîrê vala dike, bi projeya TOKÎ re dixwaze gel bê hiş û bîr bihêle. Heman rêbazê, dewleta Îsraîlê bi dehan salan e li Qûdisê dimeşîne. Avahiyên dîrokî yên bajarê qedîm bi pereyekî zêde dikire û hewl dide jiyana bi hezaran salî ya li wir tine bike. Bi vê yekê re bazirganiyeke mezin tê kirin. Ji ber ku gelê li wê derê xwedî têkiliyeke hezaran salî ya bazirganî ye. Binêrin; bi Bendava Kebanê re Zeugma yê ji hezaran salî di bin avê de hiştin. Sûr jî yek ji kevintirîn bajarên dîroka Kurdistanê ye. Bi tank û topan re hewl dide malên dîrokî yên li Sûrê tine bikin. Li hemberî vê yekê bi TOKÎ re di bin navê modernîzmê de dixwaze gel bixe nava malên beton û bi çend qurişan re ji dîroka 10 hezar salî qut bike."

'SÛR XWIŞKA HESKÎFÊ YE, LEWMA DIXWAZIN TINE BIKIN'

Dîroknas-Nivîskar Osman Akdag da xuyakirin, ku Sûr xwişka Heskîfê ye û got, "Lewma ewçend êrîşî Sûrê dikin. Ji ber vê yekê Erdogan projeya xwe TOKÎ dixe dewrê. Dixwazin dîroka 10 hear salî ya Kurdan û Mezopotamyayê tine bikin. Qirkirina dîrokî ku Suleyman Demîrel li Heskîfê pêk anî, îro ji aliyê Tayyîp Erdogan ve li Sûrê bi projeya TOKÎ re hewl tê dayîn bi cih were anîn. Ev projeyên serdestan e. Li Sûr û Cizîra Botan armanc ne tenê qetilkirina mirovên li wir e. Belê mirovan bi awayekî zindî dişewitînin. Lê ev, projeya tinekirina bajarên dîrokî ye."

'GELÊ KURD WÊ DESTÛRÊ NEDE TOKÎ'

Dîroknas-Nivîskar Osman Akdag axaftina xwe wiha dewam kir:

"Binêrin; Tîmûrleng jî li Cizîra Botan kevir li ser kevir nehiştibû. Bajar bi temamî tine kiribû. Tîmûrleng dema derbasî Misirê bû, qet eleqeya xwe bi Mîrên Cizîrê çênedikir. Lê dema vegeriya got, ku malê wî winda bûye. Malê windabûyî jî nexwest, ji Mîrê Cizîra Botan xwest, ku çend mirovan teslîmî wî bike. Mîr ev qebûl nekir û got, 'Di pirtûka me de teslîmiyet nîne'. Li ser vê yekê Tîmûrleg Cizîra Botan ser û bin kir. Lewma Keleha Cizîrê hilweşand. Ji ber vê yekê Melayê Cizîrî piştî 500 salan li ser helbest nivîsand. Heman gotinên Melayê Cizîrî yê wê demê, îro li Cizîrê tên jiyîn. Dibe ku îro êşeke mezin hebe, dibe ku mîna ava ji kaniyê, xwîn ji bedena zarokên Kurd diherike, dibe ku cenazeyên me li ser hev dirizin. Lê belê mîna bav û kalên wan ev projeya wan jî wê di ber wan de, di qirika wan de bimîne. Gelê Kurd wê nehêle TOKÎ li wir tiştekî bike. Pêwîste vê baş zanibin."