Akat: Kurd Xweseriya Demokratîk dixwazin

Akat: Kurd Xweseriya Demokratîk dixwazin

Endamê Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat di bernameya Şaredariya Êlihê de axivî û diyar kir ku, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizayînkirin û di bingeha vê de jî Kurd hene û wiha got: "Heke pirs Kurd çi dixwazin bê kirin, tenê bersivek heye Xweseriya Demokratîke."

Şaredariya Êlihê di çarçoveya bernameyên meha Remezanê piştî fitarê li Parqa Mehmet Uzun şahiya gel li dar xist. Endamê Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, Wekîla Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Ayşe Agilgat, Wekîlê Şaredarê Êlihê Serhat Temel, endamên Meclîsa Şaredariyê û bi sedan welatî tevlî şahiyê bûn.

Di bernameyê de Endamê Koordînasyona KCD'ê û Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat axaftinek kir û anî ziman ku, ew li cem hemû Kurdên li Sûriyeyê ne û wiha got: "Gelê me yê li Sûriyeyê dijî hate niha di aliyê nasnameyê de jî tu maf û hiqûqa wan tunebû. Mafên xwe yên bingehî tunebûn. Lê em dizanin ku di nav kurdên li çar parçeyan qasî parçeyên li Tirkiyeyê rastî asîmîlasyonê nehatin."

'KURD XWESERIYA DEMOKRATÎ DIXWAZIN'

Akat da zanîn ku, di pêvajiya nû ya dîrokî de kurdan biryareka bê statu naxwazin bijîn girt û wiha axivî: "Îro di aliyê statuyê de li Kurdistana Tirkiyeyê em dizanin ku hinek serxwebûnê dixwazin, hinek federasyon û eyaletê dixwazin. Em weke BDP jî naxwazin gelê me bê statu bijî û ji ber vê yekê me di 14'yê tîrmeha 2011'an de Xweseriya Demokratîk îlan kir. Xwerseriya Demokratîk niha di rêziknameya BDP'ê de cih digire. Xweseriya Demokratîk projeya demokratîkbûna Tirkiyeyê, bi kurdan re di nav wekhevî, azadî û welatekî hevpar de bijîne."

Akat da zanîn ku, ew cureyên xweseriyê yên berê dewletê dayîn naxwazin û wiha pê de çû: "Em xweseriyên we yên berê hatin dayîn red dikin. We bi salan li ser vê erdnîgariyê xweserî da axayan, began, şêxan û kesên nêzî xwe. Wan li ser navê we Kurdistan rêvebirin. Lê em îro ji bo gel xweseriyê dixwazin."

'DI ROJEVA CÎHANÊ DE KURD HENE'

Akat bilêv kir ku, Rojhilata Navîn ji nû ve tê dizayînkirin û di bingeha vê de jî Kurd hene û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Em li mala xwe jî rûnin niha di rojava cîhanê de Kurd hene. Îro cîhan behsa kurdên Sûriyeyê dike. Cîhan behsa kurdên Iraqê yên statu bi dest xistin dikin. Cîhan behsa kurdên Îranê dike û dizane li wir Kurdistanek heye. Cîhan îro dizane li Tirkyeyê jî Kurdistanek heye. Lê yên vê yekê nizanin kî ne? Tirkiye bi xwe ye. Rêveberên Tirkiyeyê ne."

Piştî axaftina Akat bernameyê bi koma Şanoyê ya Arsen Paladov berdewam kir. Pişt re Koma Grava Rojê derket ser dikê û demên xweş bi welatiyan dan jiyankirin.