Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk Ayla Akat jinên girtiyên siyasî yên ji bo mûdaxeleya duh polîsan li Amedê li hemberî gel meşandine ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bikin agir berdan nivînên xwe ziyaret kirin.
Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk Ayla Akat jinên girtî yên li girtîgeha Tîpa M'ya Êlihê ku 2 roj berê ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mûdaxeleya polîsan ya li Amedê duh li hemberî gel meşandine şermezar bikin nivînên xwe dane ber agir ziyaret kirin. Akat nêzî demjimêrekê bi girtiyan re hevdîtin pêk anî. Akat piştî hevdîtinê diyar kir ku rêveberiya girtîgehê destnîşan kir ku 13 nivîn hatine şewitandin lê tenê 7 nivîn hatine şewitandin. Akat anî ziman ku şewata derketiye ji aliyê agirkujiyê ve hatiye temirandin.
GIRTÎ BI WALÎ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎN
Akat bibîr xist ku li girtîgeha Îmraliyê nêzî salekê ye tecrîda girankirî tê meşandin û got; "Ev yek aştiya welat dixe nava xeteriyê. Jixwe li Tirkiyeyê li hemberî pêkanîna aştiyê têkoşîneke bê hempa tê meşandin. Dewlet jî vê xetereyê dixe meriyetê. Tevî rastiya bi hezaran girtiyên polîtîk jî ev helwest didome."
'GELÊ ME BERTEKÊN XWE ANÎ ZIMAN'
Akat anî ziman ku wan gelek caran xwestiye dev ji van polîtîkayan berdin û wiha axivî: "Me biryara li Amedê mitînga "Çareseriya Demokratîk" da. Li hemberî tevahî tiştên tên jiyîn rastiyek heye ew jî ev e: "Li hemberî zihniyeta neçariyê kûr dike bertekeke zelal heye. Gelê me di mitînga doh de careke din azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan xwestiye."
'DIVÊ HIKÛMET VÎ DENGÎ BIBIHÎZE'
Akat li ber girtîgeha Êlihê careke din bang li Serokwezîr û Wezîrê Edaletê kir û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Hejmara zêde ya li girtîgehan li holê ye. Ji bo zagonên ku bûne sedemê vê hejmara zêde dîsa astengiyên li hemberî azadiya fikir rabin emê bikevin nava hewldanên hê mezintir. Divê dawî bêhiqûqiya li girtîgeha Îmraliyê bînin. Divê tecrîd bidawî bibe. Divê şert û mercên bi awayeke rehet tevgerîna Birêz Ocalan bên pêkanîn. Ev gel azadiya Birêz Ocalan dixwaze, divê hikûmet vî dengî bibihîze û şert û mercên wê amade bike.